Serokê DTP-ê Ahmet Turk îro li Parlamentoya Tirkiyê karekî pir baş û dîrokî kir û bi vê yekê jî sîleyeke bi tîn û kurdewarî avêt ji îdeolojiya kemalîzmê û sûretê berdevkên wê da.
Turk, di civîna gruba partiya xwe da piştî beşekî axaftina xwe ya bi tirkî got, ”ezê qismê axaftina xwe ya mayî bi kurdî bikim” û dûra jî dest bi axaftina xwe ya bi kurdî kir.
Dema Ahmet Turk dest bi axaftina bi kurdî kir, qamereman şaş man û telewîzyona TRT3-ê ku axaftin ji meclîsê neqlen dida, weşan di cîda qut kir û gotin, ”ji ber ku di civînên parlamentoyê da bêyî tirkî bikaranîna zimanekî din li dijî Qanûna Esasî ya Komara Tirkiyê û Qanûna Partiyên Siyasî ye loma jî me ji mecbûrî weşana xwe da rawestandin.”
Ahmet Turk di axaftina xwe da got.
”Di TRT6-ê da weşana bi kurdî dibe lêbelê bingeheke wê ya qanûnî tuneye. Di TRT û kanalên din da kurdî qedexeye. Dema hevalên mej î bi kurdî dipeyivin ceza tê dayin. Îro em cejna zimanê dê yê cîhanî pîroz dikin. Ji ber vê yekê min di rojeke wiha da ev axaftin kir.”
Li gor Qanûna Esasî, partiyên siyasî di civîn, mitîng û kongreyên xwe da bêyî tirkî nikanin bi zimanekî din(yanî bi kurdî) bipeyivin.
Axaftina Ahmet Turk û ji alî TRT-yê ve birîna axaftina wî di çapemeniya cîhanê da jî olaneke mezin da, hemû ajans û telewîzyonên mezin qala bûyerê kirin û gotin, ”Ahmet Turk ji qedexeya tirkî ra rest xwend.”
Tirk û serokê meclîsê şeqizîn, nizanin çi bikin?
Ev cara pêşîye kurdan bi tamara dilê tirkan girtiye, divê ji dest xwe bernedin. Israra di vê xetê û di vê daxwazê da ewê AKP-ê zeîf û DTP-ê jî xurt bike.
Di kanaleke dewletê da(TRT6) ji serê salê û virda ye 24 saetan weşana bi kurdî tê kirin. Dîsa serokwezîr Erdogan, gotinek be jî axirê di hemû kanalên telewîzyonan û di gelek mitîngan da bi kurdî peyivîye, gotiye ”TRT6 bi xêr be!” Yanî qulpên DTP pê bigre pir û xurt in. Dewlet jî AKP jî di vî warî da bêçare û bêalternatîv in.
Dewlet weşana bi kurdî dike serbest e, serokwezîr bi di mitîngan da bi kurdî dipeyive serbest e, lê dema dor tê kurdan, dibêjin:
Rawesete, yasax e!
Kanaleke dewletê 24 saetan bi kurdî weşanê dike û kanaleke din jî dibêje ev ziman yasax e û weşana xwe qut dike.
Ev, tezat û îroniyeke dûrî aqilan e, tiştekî wiha ancax li welatekî weke Tirkiyê mimkûn e.
Bi rastî jî siyasetmedarên tirk gelkî cahil û korfahm in, bihostekê jî pêş xwe nabînin.
Heger ne korfahm bûna divê ev netîce texmîn bikirana, divê bizxanîbûna dema dewlet bi xwe weşana bi zimanê kurdî bike, bêguman xelkê jî vî mafî bixwazin û di praktîkê da jî hn gavan bavêjin.
Diyar e dema aqilmendên dewletê biryara weşana TRT6-ê dane, wisa hesab kirine ku li hember vê gava wan kesê dengê xwe neke.
Kesê ji wan ra nebêje, çima ji we ra serbest e, çima ewê ji me ra qedexe be?
Heger qanûn rê nade em bi kurdî bipeyivin, divê rê nede we jî.
Tirk xwe gelkî jîr û kone û xelkê jî nezan û kêmaqil dihesibînin. Lê jiyan nîşan dide ku rastî belovaciyê vê ye.
Zarokê carê hatiye dinê û êdî paş da naçe. Divê DTP û hemû kurd vê yekê bibînin.
Ji nuha û pêda divê hemû partî û siyasetmedarên kurdan di civîn, mitîng û kongreyên xwe da bi kurdî bipeyivin.
Di netîceyê da du rê li ber dewletê dimîne, ya ewê qanûnan biguhere û kurdî serbest bike, ya jî ewê ji bo herkesî qedexe bike.
Ji nuha û şûn da ji bin da qedexekirina zimanê kurdî gelkî zahmet e, lê ku bike jî dîs em li karê ne.
Di rewşeke wiha da kurd û cîhanê û bi taybetî jî Yekîtiya Ewrûpa ewê bibînin ku tirk durû ne, TRT6 û hin sozên wan yên din hemû vir sozên hilbijartinan bûye.
Û ya jî ji mecbûrî ewê van qanûn manûnên nîjadperest û li dijî însaniyetê ji kok da rakin û dest bi hin reformên radêkal bikin.
Yanî piştî vê saetê ew çi bikin jî em kurd li karê ne, tu zirara me tê tuneye. TRT6 bûye kevirê mîhenga tirkan, bi vî kevirî em dikanin nêta wan fêr bibin, derew û durûtiyên wan fêr bibin û nîşanî gel bidin.
Loma jî tiştê Ahmet Turk îro kir, tiştekî gelkî baş û dîrokî ye û di rojên pêş da ewê rê li ber gelek pêşketininê din jî veke.
Hilbijartinên 29-ê adarê ji bo kurdan fersendeke zêrîn e, dibê kurd di van hilbijartinan da li herderê bi kurdî bipeyivin û van qedexeyên dewletê peremperçe, tarûmar bikin.
Ev axaftina Ahmeq Turk ji bo provaksiyonek li dij TRT 6 bikin kir. Heger ew ewqa kurd be bila peşi here paşnavê xwe bıguhurıne.
SvaraRaderaKekê Zınar tu jı avê bernede ser aşê vana.
Gelo ji bo xatirê dengan DTP u PKK dixwazin bibin kurd?!
SvaraRaderaBi fikra min DTP u AKP ketine nav kelecaniya hilbijartinan (jiyan bi firsendan diguhere. xwezila bila hemî firsend wilo bibana!). Mixabin, hezar car mixabin ku DTP, ku li gorî biryarên PKKê tevdilive, bi saya AKPê bi shiklekî pir ecêb xwedîtiyê li kurdî dikin. Gelo chewtî di ku da ye? Chima DTP u PKK di warê xwedîtiya ziman u chanda kurdî da bun duvika AKPê?! Diyar e ku him DTP u him jî PKK di warê fikir u ramyariya însanî da hê di dema qashil u keviran da mane. Bawer nakim ku bi tevî van herdu seqetên klînîk xelkê kurd hebuna xwe biparêze. Bila nêrîna PKK'ê ya li dijî ronakbîran bête bîra we, ya ku Duran Kalkan'ê aqilkêm di rojnameya PKK'ê ya li Stembol'ê da dabu weshandin.
Bêguman, xalê Zinar, heger DTPê siyaseteke netewî u aqilane bimeshanda, ewê heta niha hezar carî ev makeqanun bihata tarumar kirin. Bi gotineke din, merivên zana berî deh-panzdeh salan kurdî dixistin nav qanuna bingehîn. Lê yên me rasterast bune vîtikên ser axpînan u bindelaviya tirkan dikin. Heger mirov wekî kurd ji ehmeqiyên tirkan tenê ji sedî yekê bikaribe li dijî tirkan bi kar bîne, ango ji van ehmeqiyan îstîfade bike, dê dawiya tirkan pir zu were... Dirêj nekim.
Bi tevî silav u rêz
Eliyê Dêrikî
Birayê rexnekarê anonym!
SvaraRaderaMirov dest bi ser vîjdanê xwede. Ku Ahmet Turk paşnavê xwe degîş neke ma nawe kurd? anjî ji heta degîş neke ji boy kurda pêvîst nine ku tiştekî bike? U akp u dtp yê çawa dikî wekhev. Yek nijatperestê tirke, li belê a din li hember wê mazlume. Ahemt çend gundê xwe hene yanê boy berjewendî ye xwe buye parlementer.Ez texmîn nakim. Lê belê çawtîyê wan hene, emê rexne bikin. Lê hime nekin kefeka mêzîna partîyê rejîmê.
Bi silaf u rêz Rehayî