16 februari 2009

Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye

Civîna Platforma Abantê ya ku li Hewlêrê do destpêkiribû îro bi beyaneke mişterek îro qediye.
Ji do daye min li çend siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên kurdên başûr guhdarî kir, hemû jî ji çêbûna civînê li Hewlêrê û ji beşdarbûna çend siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên tirk gelkî kêfxweş in.
Hemû jî vê civînê weke bi Tirkiyê ra destpêkeke xweşkirina têkiliyên siyasî dibînin û wê girîmgiyê didinê.
Tiştê meriv ji şirove û ji axaftin kurdên başûr derdixe, kurdên başûr pir heyranê dostaniya bi tirkan û Tirkiyê ra ne, silaveke yekî tirk ya sexte û bi hesab dîsa jî wan gelkî dilşa û bextewar dike.
Dema qala civînê, başî û girîngiya wê dikirin ji meth û sena devê wan nediket hev, ji dêlî ku qala mesaj û axaftinên tirkan û maneyên gotinên wan bikin, qala tiştên di dil û xeyalên da xwe dikirin, daxwazên dilên xwe şirove dikirin.
Bêguman ez ne li dij im ku têkiliya hukûmeta Kurdistanê û Tirkiyê baş bibe, Tirkiye wan nas bike û Platforma Abantê li Hewlêrê civînekê çêke.
Bira çêkin, bira tirk dîtin û pêşniyarên xw yên derbarê me da bibêjin. Û divê em jî bi rengekî pir cidî li wan guhdarî bikin.
Divê em hewil bidin ku nêta wan fêm bikin, bizanibin hela ka bi van civînan nêta wan çi ye, dixwazin çi bikin?
Li pey çi ne?
Dema tirk civîneke xwe li Hewlêrê çêkin ev nayê wê maneyê ku nêta tirkan paqij e, bi rastî jî dixwazin me weke milet, weke hukûmeteke federe nas bikin. Ev yek dikane ji bo nêt û armanceke xerab be jî.
Yanî ya girîng ne civîn e, naverok û hedefên wê ne. Dibê em bala xwe bidin vê yekê.
Bêguman di nava beşdarên tirkan da kesên bi rastî jî dost û dilxwazên miletê kurd hene, lê ew ne gelek in, piraniya wan dixwazin Kurdistana Federe zêde zirarê nede yekîtiya Tirkiyê ya siyasî, piştgiriya perçebûna Tirkiyê neke, kurdên bakur teşwîqî hin gav û daxwazên radîkal neke.
Tiştek gelkî eşkereye, li Tirkiyê hin hêz hene naxwazin Tirkiye Kurdisranê Federe nas bike û têkiliyên dîplomatîk pê ra deyne.
Ev hêz, vê siyastê yanî dijminatiya bi kurdan ra ji bo perçenebûna tirkiyê baştir û bixêrtir dibînin.
Lê hin hêz jî hene ku ji bo perçenebûna Tirkiyê eksê vê difikirin, ji bo perçenebûna Tirkiyê têkiliya bi Kurdistana başûr ra tiştekî zerûrî dibînin, dibêjin heger em wan nas nekin, têkiliyên siyasî, aborî û dîplomatîk bi wan ra daneynin ewê ji bo Tirkiyê xerabtir be.
Yanî divê kurd van herdu meylan jî bibînin û bizanibin kî ji bo çi, çi dibêje û çi dixwaze?
Li gor tê gotin li dora 100 kesî ji Tirkiyê û 70 ya jî hîn zêdetir jî ji Kurdistanê beşdarî civîna Platforma Abantê bûne.
Ji van beşdaran gelek karmend, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên kurd û tirk semîner dan û hin axaftinên gelkî balkêş kirin.
Lê her çi hîkmetî îlahî ye nayê zanîn, malpera Nefelê ji nava van semîner, mesaj û axaftinan tenê mesaja Fethullah Gulen efendî weşandiye. Û him jî tirkiya wê.
Bi çend gotinan jî qala axaftina Mumtazer Turkone kirye.
Kurdên Kurdistana bakur hemû bi tirkî dizanin, kesê bixwaze mesaja Gulen efendî bixwîne dikane di çapemeniya tirk da bixwîne.
Min qet fêm nekir Nefelê ji bo çi rabûye ev mesaja Gulenê nîjadperest weke belgeyeke gelkî girîn weşandiye?
Û ya din jî çima mesaja Fethullah Gulen û ne ya yakî din?
Gelo di mesaja Gulen da ji bo kurd û Kurdistanê dîtinek, daxwazek ya jî pêşniyareke pir girîng heye loma Nefelê weşandiye?
Bêguman na. Gulen di îdeolojî û felsefeya xwe da merivekî dijminê miletê kurd e.
Min axaftinên hemû beşdarên tirk nexwendiye, lê li gel vê jî ez bawer nakim ku tu mesaj û axaftin ji ya Gulen xerabtir be.
Di mesaja Gulen da bira ji bo kurd û Kurdistanê daxwz ya jî pêşniyareke xêrê li wir bimîne, navê Kurdistanê û heta navê kurdan jî derbas nabe. Gulen tehamul nake navê kurd bigre devê xwe.
Heta gava meriv bi dîqet bixwîne, meriv dibîne ku Gulen, Hewlerê(ji xwe mêrik negotiye Hewlêr, gotiye Erbîl)weke bajarekî kurdan jî nabîne.
”Erbîl ji alî dîrokî, kulturî, însanî û hêjayiyên civakî va bajarekî cîhanê yê herî dewlemend û bibereket e. Ji kevin da ji gelek medeniyetan ra mazûbanî kiriye û rolên civakî û siyasî girtiye ser xwe.”
”Ez Platforma Abantê û beşdarên wê yên hêja ji ber vê nêzîkayî û eleqeya ku wan nîşanî herêmê dane pîroz dikim.”Mesaja Gulen li ser vê mînwalê dom dike. Bi yek gotinê be jî navê kurdan nagre ser zimanê xwe, tenê pesnê danîna têkiliyên bi herêmê ra dide, dixwaze terefdar û dewleta wî here wira û li wir xurt bibe.
Heta di dereke mesaja xwe da weke faşîst û panturkîstekî tirk xeyala girtina wî beşê Kurdistanê jî dike û dibêje:
” Li Tirkiyê bi hezaran, heta bi milyonan însan ji alî ruhî, fikrî û manewî va eleqeyê nîşanî vê cografiyayê didin.”Yên viya dibêjin nîjadperst û faşîstên tirk in, ew ”mîsakî milliyekî” hîn firehtir xeyal dikin, dibêjin Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û hin herêmên din yên Kurdistana Federe malê tirkiyê ne, dibê Tirkiye rojekê van herêman ji kurd û ereban paşda bigre.
Fethullah Gulen jî vê dîtina xwe ya panturkîst û îşxalkar venaşêre û dibêje, ”bi milyonan însan ji alî rûhî, fikrî û manewî va bi wê herêmê va eleqedar in”, yanî emelekî wan yên îşxalê heye. Ji "milyonan" qesda wî ne kurd in, tirk in.
Û Nefelê jî rabûye bêyî şirove û yek gotineke rexneyî ku meriv bizanibe ew ne li gel van dîtinan e, ev mesajasa Gulen ya ji serî heta dawî mişt nêtxerabî û dijminatiya li hember kurdan e pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye.
Tiştekî pir xerîb û pir seyr e, heta demek berê kurdê ku bigota ”herêma Kurdistanê ya jî serokê herêma Kurdistanê”, Nefelê qiyamet radikir, digot, herêm çiye?, dibê meriv bibêje KURDISTAN û serokê Kurdistanê.
Lê Gulen ji civîneke ku li paytexta Kurdistanê dibe, ji civîneke ku xwedêgiravî ji bo xurtkirina têkilêiyên kurd û tirkan hatiye lidarxistin ra mesajekê dişîne, lê dîsa jî navê kurd û Kurdistanê hilnade, ji kurdan ra nabêje kurd.
Û her çi hîkmet be, vê yekê jî qet bala Nefelê nekişandiye û dîsa jî mesaja wî weştandiye.
Ecayib!
Heta nuha di nava hemû malperên kurdan da(Lotikxane ne têda)malpera ku di xeber û analîzên xwe da tirk û dewleta tirk tim rezîl û riswa dikir, heta bi çavê însan û dewletê jî li wan nedinêrî Nefel bû, lê nuha ez bala xwe didimê Nefelê êdî dev ji wê ”kurdçîtiya” xwe ya radîkal berdaye, îcar pir ”lîberal” bûye, êdî mesajên Gulen yên ku ji miletê kurd ra nabêje kurd jî diweşîne.
Û yek gotinê jî li ser nabêje.
Wisa xuyaye di şêl û siyaseta Nefelê da guhertineke nuh çêbûye haya min jê tuneye, ez hêvî dikim ku Xwedê bixêrê bigerîne...

4 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,
    Te di dawiyê da bash gotiye ji bo Lotikxanê. Bi fikra min, tu malperke bi kurdî nikare bi Lotikxanê ra qayishê bikishîne. Divê Lotikxane bibe serokê temamê Kurdistan'ê :-). Herweha di Qoran'ê da jî navê Lotikxanê derbaz dibe. Di Sureya El' Bakara 6ê da (bismillahîrahmanîrahîm) wilo tê nivîsîn:
    Inn'elleziyne keferu sevaün Lotikxane'him eenzertehüm em lem tünzirhüm lâ yü'minû =
    "ev tishtekî eshkere ye; tu yên kâfîr bi ezeba Lotikxanê bitirsînî jî netirsînî jî ji bo wan yek e, ew bawer nakin."

    Wellehî Lotikxane jî nebe em ê tevda bibin psîkopat u herin.

    Elhemdu-lîllahî rabbîl'alemîn ku Lotikxane heye, amîîîîîn.

    Silav u rêz

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Wellehî jî bîllehî tîllehî jî Lotikxane dê u bavê Kurdistan'ê ye. Li gorî lêkolîna min navê Lotikxanê di Încîl'a miqeddes da jî hatiye bi kar anîn. Di besha Samuel 12an da wilo hatiye dest pê kirin:

    "U Lotikxane ji hemî Îsraîl'ê ra got: Va ye min hemu tishtên ku we ji min ra gotin, min guhdarî kir u yek ji we ra kire qiral...".

    Her chiqas li shuna navê Lotikxanê Samuel hatibe nivîsîn jî, lê di heqîqetê da ew tesfîra navê "Lotikxane"yê ye. Dîroknas jî rastiya vê yekê testîq dikin u hin der u dorên me kurdan bi mohra Lotikxanê mohr dikin :-))).

    Bi navê xwedê Lotikxane ciyê kurdîperestî, kurdperestî u kurdistanperestiyê ye. Divê bila navê nasnameyên kurdan wekî "Lotikxane Cumhuriyet" werin bi nav kirin. Bi fikra min mîlyon carî ji "demuhratîx cimrîYET" bashtir e. Haaa pashê nebêjin te chima ji me ra negooot.

    Silavên Lotikxaneyî

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  3. Dest xweş nivîskarê hêja:
    Birastî jî ne tenê Nefelê zehf malperên Kurda mixabin ku manaya vê civînê baş nanirxînin. Armanca wan ne dayîna mafên Kurdan e. Wekî gotina we yekî jî negot Kurdistan yan jî Kurdistana Başûr hemû jî got "Kuzey Irak(bakûrê Iraqê)", û hemû jî got "Erbîl" negot" HEWLER". Armanca wan dîsa xapandina Kurdan e. Jixwe hilbijartin jî nêzik e. Ew wer dixwazin ku xwe dostê Kurdan nişan bidin û Kurd bixapinin. Jixwe min encamên xalên vê civînê xwend û min ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tiştek jî nedît. Tê de çi heye tenê bi gotina tirkan "yuvarlak sözler".

    Mamoste Ehmed

    SvaraRadera
  4. Xalê Zınar, Navê kurd u Kürdistan jı bo tırka biye "YEHYA" Çîroka yehya awayê; Bi navê yehya xizmetkareke maleka zengin hebîye. ku sixrê kê çibîye gotî yehya av bine,yehya nan bine ,yehya mangê berde...hw. Yehya aciz bîye gotî; Xwedayê mim ku kî navê mın got bila ba bi berkeve, abdesta wî bişkê.Xweda dua wî qebul kirye. Ku kê gote yehya tir kirye.Niva kesek newêre bê yehya. Dibin cem xocakî dibêjin xoce vîra nisxe kê bike bila rehet bibe.Xoce dibê navê wî çîye? kes nabêje.Xocera dibêjin wellah em nevêrin navê wî bêjin ancax tu bêjî. Xoce dibê ez nizanim ki. Yekî bi aqil dibêje xoce navê pêxembera rêzke navê wî di navday e.Çaxa xoce di adem (as) da dest pêdıke u tê îdrîs Nuh....Ku dighêje Yehya Xocejî berdide. Malbata yehya dibê xoce navê wî waye nexwaşya wî jî a ku hat serê te u newêrin bên Yehya. Naka xocêy ê tirkan boş boş navê kurd u kurdistanê li devê xwe çenekirine. çaxa bêjin abdesta wan ê bişkê. ji bo wê qal nakın der dorê ra derin tên, newêrin bijin KURD. Kurd,Kurdistan bîye yehya ê wan. min go bile xalê zinnar hinek bikene.
    Bi silaf u rêz.
    Xwarzîye tey REHAWÎ.

    SvaraRadera

PARVE BIKE