Bîstek berê min di malpera Kurdistan Post da nivîsa Yaşar Kaya(Kurtçe yayin/weşana kurdî)xwend.
Qelema Yaşar Kaya xurt e, xweş dinivîse, ne dirêj dike û ne jî kin dihêle. Têra xwe hosteyê gotinêye, dizane gotina herî ne xweş jî xweş bibêje.
Helbet ji bo vê jî zanîn û hosteyî lazim e.
Xusûsiyeteke Yaşar Kaya ya din jî, dostayiya wî ya bi dîrokê ra ye. Di her nivîsa wî da pir hindik, rast ne rast lê miheqeq çîrokek, serpêhatiyek, bîranînek yanî perçeyek ji dîroka me û tirkan ya dûr û nêzîk heye.
Yaşar Kaya di vê nivîsa xwe ya li ser TRT6-ê da jî dîsa xwe sipartiye hin bûyerên dîrokî yên van 70-80 salên dawî û ji wan çend nimûne daye.
Lê di nimûneyekê da nîvê rastiyê gotiye û nîvî jî bincil kirye yanî "sansor" kirye.
Ji bo ku cîlên nuha bizanibin ku zimanê kurdî di çi zahmetiyan ra derbas bûye û tiştê îro bi TRT6-ê hatiye bidestxistin ne tiştekî wisa biçûk e, nimûneya pêşî ji Bûyera 49-an, têlgirafeke rahmetiyê Muhsîn Şavata(bavê Ganî Şavata) weke mînak daye.
Muhsîn Şavata, têlgirafek daye serokwezîr Adnan Menderes û jê ra gotiye, “Serokwezîrê min ê birêz, em di radyoyan da hinekî jî kurdî dixwazin.”Di mahkimeya Doza 49-an da hakiman pirsa vê tilgirafê jî ji rahmetî Muhsîn Şavata kirine.
Yanî wê demê(di salên 196-î da)xwestina kurdî sûcekî mezin bûye û herkesî newêrîbû daxwazeke wiha eşkere bike. Lê li gor agahiyên Kaya, Muhsîn Şavata wê demê wêrîbûye bi têlgirafekê vê daxwzê ji serokwezîrê Tirkiyê bike û di mahkimê da jî şêla xwe parastiye.
Nimûneya duyem, ji kovara Îlerî Yurt daye. Kovara Îlîrî Yurt di sala 1958-an da li Kurdistana Bakur, li Diyarbekrê ji alî Mûsa Anter ve hat derxistin. Û cara pêşî di vê kovarê da Mûsa Anter bi kurdî helbesta Qimil nivîsî.
Yaşar Kaya vê gava apê Mûsa gelkî girîng dibîne û loma jî di warê kurdînivîsînê da wî weke pêşeng qebûl dike.
Piştî nimûneya Îlerî Yûrtê dûra qala kovara Dengê(1963) ya bi kurdî tirkî ku li Stenboklê derxistine, gelşa herfên “X,Q,W” û hin zahmetiyê çapkirinê dike.
Û herî dawî jî axaftina gorbuhuştê Wedat Aydin ya bi kurdî ku di sala 1991-ê da li Anqerê di kongreya Komela Mafê Mirovan da(ÎHAD)kir wekî nimûne nîşan dide.
Dibêje:
“Gava ronakbîrî kurd hêja Wedat Aydin axaftina xwe bi kurdî kir, serokê dîwanê xwest axaftina wî bibire, lê Wedat dom kir. Nevzat Helvaci dîwn hîşt û reviya. Katiba dîwanê, xanima Av. Şerîf Felekoglu civînd domand. Hevalekî tercume kir, di wê nabênê da pûlis hatin, ez jî çûm merkeza partiyê û min xeber da mebûsan. Bûyer li Anqereyê mezin bû. Wedat Aydin û hevalê ku axaftin tercume kir çend mehan di zindanên da razan û bedelê wê dan.”
Yaşar Kaya bi qalkirina van bûyeran bêguman tiştekî gelkî baş kiriye. Bi van bîranînên xwe noteke biçûk li dîroka têkoşîn û liberxwdana kurdan zêde dike û bi vê yekê jî rê li ber jibîrkirina qehremanên hin bûyeran digre, bûyer dema neyên nivîsîn nabin malzeme û çavkaniyên dîrokê. Heger neyên jibîrkirin pir pir dibin “çîrok” û hin îdîayên bê delîl.
Loma jî nivîsîna her bûyereke biçûk jî gelkî girîng û hêja ye.
Lê tiştê herî balkêş di vê nimûneya dawî da Yaşar Kaya tenê nîvê rasrtiyê dibêje, nîvê din bi hosteyî vedişêre. Yanî beşekî bûyerê sansor dike.
Kaya dema qala axaftina Wedat Aydin dike, dibêje,”hevalekî tercume kir”!
Kaya, navê xwediyê axaftinê Wedat Aydin, navê serokê dîwanê yê ji tirsan direve û navê xanima ku ji dêl wî va civînê didomîne dibêje, lê dema dor tê ser kesê wêrîbûya li kêlek Wedet Aydin raweste û axaftina wî tercumeyî tirkî bike nabêje.
Ev ne şêla mirovekî rîsipî û ronakbîr e.
Bi qasî ez ku dizanim ew "heval" Ahmet Okçûoglû ye û Kaya jî navê wî dizane. Lê heger çi hikmetê îlahî be navê Ahmet Okçûoglû nabêje.
Dema merivê qala bûyerekê kir divê meriv xweşik qal bike, meselê belovacî neke û nîvçe nebêje. Û rastiyê nîvçe nequrmiçîne.
Heger di wan şertan da bi kurdî axaftina Wedat Aydin mêraniyeke mezin bû, bêguman wisa ye, ya Ahmet Okçûoglu jî mêraniyeke ji ya wî ne hindiktir e. Axir “mêranî” dibe ya nabe, dema meriv di eynî bûyerê da qala mêraniya yekî kir, dibê qala yê din jî bike.
Ji bo çi navê herkesî tê bîra birêz Yaşar Kaya lê dema dor tê Ahmet Okçûoglû, dibe “heval.”?Ma çima navê vî “hevalî” tuneye?
Ji nivîsa birêz Kaya, em kesên ji tirsan ya jî ji ber dilreşîya xwe dîwan terikandiye, kesa karê wî girtiye ser milê xwe, kesê axaftin kiriye û ji ber wê jî ketiye hefsê nas dikin û li gor wê jî di heqê wan da digihîjin qenaetekê.
Lê li gel ku tercuman ji ber tercumaniya xwe ketiye hefsê jî em wî bi nav nas nakin, tenê weke “hevalekî” di hafiza me da dimîne.
Him li hember dîrokê û him jî li hember qehremanên bûyerê ev şêla birêz Yaşar Kaya ne şêleke dirist e.
Yaşar Kaya wek guhdar di kongreyê da ye lê dîsa jî qala roleke xwe kirye, çûye xeber daye mebûsên kurd.
Lê qala tercuman Ahmet Okçûoglû nake.
Tiçtekî pir ecêb e!
Gelo yekî din eynî tiştî li hember Yaşar Kaya bike ewê pê xweş be?
Ewê çi bibêje û çi navî lêke?
Ji bo ku Yaşar Kaya qala Ahmet Okçûoglû jî bike ma divê ew jî bimre dûra?
Çimkî kesên din yên ku birêz Yaşar Kaya qala wan kirye bêyî wî herdu jî(Mûsa Anter, Muhsîn Şavata)mirine.
Ji bo çi Yaşar Kaya Qala Ahmet Okçûoglû nekiriye ez nizanim.
Lê tiştê ez baş dizanim ku Yaşar Kaya, Ahmet Okçûoglû baş nas dike û navê wî bi zanetî “sansor” kiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar