Heger rast be piştî vekirina TRT Şeşê nuha jî dewleta tirk dixwaze di du zanîngehên Tirkiyê da beşê Ziman û Edebiyata Kurdî veke. Û li gor agahiyên serokê YOK-ê di vî warî da hin hazirî jî hatine kirin.
Ez çi bibêjim, Xwedê bixêrê bigerîne û hêvî dikim rast be.
Diyar e haya me baş ji dereceya xurtiya me tuneye. Lê dijmin ji me baştir dibîne, loma jî dixwazin kurdan “aş” bikin, rê li ber perçebûna Tirkiyê bigrin.
Bi ya min dewletê mirin dîtiye loma jî bi tayê razî dibe. Çi TRT Şeş be û çi jî hin tawîzên din yên di rojên pêş da ewê jî werin dayin, hemû jî ji bo perçenebûna Tirkiyê ye.
Dewlet hêdî hêdî fêm dike ku heger hin mafan nedin kurdan ev têkoşîn ewê here serxwebûnê. Berê bawer dikirin ku wekî serîhildanên berê ewê bikanibin bi darê zor kurdan teslîm bigrin. Nuha li ba dewletê ev bawerî pir zeîf e.
Nexwe li ciyê rehetiyê tirk hema wiha belaş nayên rahmê û dest bi weşana kurdî nakin, di zanîngehan da beşê ziman û edebiyata kurdî venakin. Di tarîxa avabûna Tirkiyê da dewletê tu carî “comerdiyeke” wiha nekiriye.
Tirk dibêjin “ne cejn e ne seyran e, zavê min çima ez maçî kirim?”
Yanî miheqeq tiştek di bin da heye.
Serokê YOK-ê(Dezgeha Perwerdeya Bilind)Prof. Dr.Yusuf Ziya Ozcan, do di merasima vekirina TRT Şeşê da îdîayeke avêt ortê. Li gor beyana Ozcan, YOK haziriyê dike ku di du zanîngehên Tirkiyê yên herî girîng da beşên Ziman û Edebiyata Kurdî veke.
Serokê YOK-ê Prof. Dr.Yûsûf Ziya Ozcan got, ew plan dikin ku vî beşê kurdî di zanîngehên(unîversîteyên) Anqere û Stenbolê yên edebiyatê da vekin.
Ozcan got, ”ji bo vekirina enstîtuya kurdî hîn zû ye. Weke destpêk vekirina beşê Ziman û Edebiyata Kurdî ewê hîn maqûltir be. Enstîtu zor e. Divê berê ziman were fêrkirin, piştre enstîtu dikanin vebin.”Ozcan got, ji bo vekirina vî beşê kurdî, Unîversîteya Mêrdîn û ya Dîcleya Diyarbekrê miracaet kirine lê ew nawazin vî karî li wan deran bidin meşandin, ew dixwazin li unîversîteyên Tirkiyê yên bêtir xwedî tecrûbe bikin.
Li gor Ozcan, ya herî girîng dibê di destpêkê da perwerdeya zimên were kirin. Lê dibêje zahmetiya herî mezin, ”mesela eleman e. Ji ber ku bi vî zimanî kesên xwedî lîsansa bilind û doktorayê tunene, loma jî em difikirin ku berê van elemanan bigihînin.”Piştî xwendina xeberê, min gotinên serokê YOK-ê Ozcan ji xanima xwe ra got. Min got xanim, wele dewleta tirk piştî weşana TRT Şeş-ê waya dike li du zanîngehan beşê Ziman û Edebiyat Kurdî jî veke.
Xanimê serê xwe bilind kir û bi awirekî mişt şik û tirs got:
-Xwedê hevza meriv bike, mesele çi ye? Bi rastî meriv ditirse...Ez bawer dikim ne xanima min tenê, bi hezaran kurd wiha difikirin û bi şik û tirs li van gavên dewletê dinêrin.
Helbet şik û tirseke ne bêbingeh e, di cîda ye û rast e. Lê weke min li jor jî got, ne kurd tenê, dewlet jî êdî westiyaye, êdî gihîştiye wê baweriyê ku bi terorê û şer nikane îradeya gelê kurd bişkîne û şerê çekdarî ji navê rake. Bi taybetî jî piştî têkçûna par ya ser Zapê dewletê xeteke din daye ber xwe, dixwaze bi hin tawîz û gavên biçûk pozîsyona xwe xurttir bike. Loma jî van gavan davêje.
Helbet divê kurd vê nêt û hesabê dewletê bizanibin, ev yek gelkî girîng e. Û li gor wê jî xwedî plan û program bin.
Esas di destpêkê da min bawer nedikir ku dewlet bi rastî jî ewê vê kanala kurdî veke, lê waye vekir.
Divê em kurd siyaseteke wisa bimeşînin ku ji vê nêta dewletê ya ”xerab” netîceyeke baş bidest xin.
Ev gelkî girîng e.
Berî hertiştî divê kurdî bibe zimanekî ku însan ji bikaranîn û axaftina wî netirsin, ji statuya ”sûc û yasaxê” derkeve, bibe zimanekî resmî ku dewlet qebûl dike.
Bi serbestbûna kurdî ra kurdê jî êdî ji kurdbûna xwe netirsin. Dibê kurd jî weke tirkan li herderê bi rehetî bikanibin bibêjin em kurd in û bi zimanê xwe bipeyivin.
Dema kurdbûn û kurdî gihîştin vê satatuyê êdî tu hêz nikane rê li ber dewletbûna kurdan bigre.Ya mihîm dibê bi alîkariya dewletê kurdbûn û zimanê kurdî legalîze bibin.
Çawa ku di van tawîz û gavan da hesabê dewletê heye, divê hesabê kurdan jî hebe.
PKK nuha vê prosesê weke planeke tasfiyekirina xwe dibîne, loma jî ketiye panîkê û bi rengekî pir xerab li dijî van gavên dewletê derdikeve.
Ji bo ku kadir, hevalbend û hunermendên nêzî PKK-ê jî tevî vê prosesê bibin divê kurd û dewlet riyekê bibînin. Divê hêza PKK-ê ya legal li derî vê pêvajoyê nemîne.
Lê kilît esas di destê Ocalan da ye, heta ku ew sinyaleke pozîtîf nede û di warê leşkerî da jî hin gav neyên avêtin dijayetiya PKK-ê ewê berdewam be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar