Li gor tê gotin kanala TRT ya kurdî do dest bi weşana xwe ya testê kir û di yekê meha bê da jî(1/1-09)bi axaftina serokwezîr Recep Tayyip Erdoganê kasimpaşlî ewê dest bi weşana xwe daimî bike.
Weşana ku divê do destpêkiribe min bi xwe hîn nedîtiye û ez nizanim gelo destpêkirye yan na? Lê tiştê heta nuha hatiye gotin divê dest pê kiribe.
Berpirsiyarên TRT-ê di destpêkê da îdîa kirin ku di nava bunyeya TRT-yê da kadirên wan pir in, hewcedariya wan bi kadirên derva tuneye. Lê dûra derket ortê ku ev îdîa pir ne rast e, ji bo weşaneke bîstûçarseetî hewcedariya TRT-yê bi alîkariya kadirên derva heye.
Heta hate gotin ku TRT-ê ji derva bi 6 kurdên ku baş bi kurdî dizanin ra peyman îmze kiriye.
Bi eşkerebûna vê hewcedariyê ra li ser navên gelek dengbêj û hunermedên kurd spekulasyon hatin çêkirin, gotin filankes û filankesî li ser filan programê bi TRT-yê ra li hev kiriye.
Ji kesên ku navên wan derbas dibin hinekan îdîayên çapemeniyê red kirin, hinekan him red kirin û him jî qebûl kirin û hinekan jî heta nuha hîn dengê xwe dernexistine.
Yanî di mesela kadirên TRT6 da hîn tu tiştekî zelal tuneye, hîn baş ne diyar e TRT-ê bi kê ra li hev kiriye.
Bi nêzîkbûna weşana TRT ya kurdî ra di nava kurdan du şêlên cihê xwe dan der. Hinek kurd dibêjin weşana kurdî deskeftineke têkoşîn û liberxwedana miletê kurd e, divê meriv li dij dernekeve û hinek kes, der û dor jî bi şîdeteke mezin li dij derdikevin û wê weke ”kanala îxanetê” bi nav dikin û dibêjin ”tu kurdê bi şeref û welatparêz divê bi tu awayî di vê kanala îxanetê da cî negire û xizmeta wê neke.”Koma Civakên Kurdistanê(KCK)reaksiyoneke pir mezin nîsan da û weşana TRT ya kurdî, ”ji samîmiyetê dûr” weke “hewldanek ji bo xapandinê” bi nav kir û wiha got:
-Kanala televizyonê ya kurdî, hewildan û siyaseta AKP-ê a ji nû ve xapandina gelê kurd e. Bi vê siyaseta durû dixwaze tovên fesadiyê di nava gelê kurd de biçîne. Ev hewldan li dijî tevgera azadiyê ya bi rûmet, bi armanaca pêşxistina pêla îxanetê ye, ev pîlan gelekî tehlûke ye. ”
"Eşkereye ku dewleta tirk bi vekirina kanala kurdî hewil dide gelê kurd bixapîne û tevgera azadiyê jî tine bike. Çawa li dijî pêngava 15-ê Tebaxê cerdevanên çekdar pêş xistin, îro jî dixwazin cerdevaniya siyasî pêş bixin. Kesê ji xwe re dibêje ez kurd im, welatparêz im, divê bi van planan nexape û nebe perçeyek vê plana xeter."
Yanî bi kurtî kanal ji bo xapandinê ye.
Bi vê kanalê dixwazin hejmara kesên xayin zêde bikin.
Bi vê kanala kurdî dewlet dixaze tevgera azadiyê tasfiye bike û loma jî divê her kurdê welatparêz li dij derkeve û têda cî negire.Wekî din, hin kes û rêxistinên nêzî PKK-ê jî beyanên di vê çarçeweyê da dan û xwestin û ku tu hunermendekî kurd di TRT ya kurdî da cî negrin û nebin aletê siyaseta dewleta tirk.
Bêguman dewleta tirk vê tawîzê, vî mafî bi nêteke paqij, ji bo ku ji kurdan pir hez dike û dixwaze ziman û edebiyata wan bi pêş keve nade, dewlet mecbûr maye vê gavê bavêje. Ev maf bi saya xebata û liberxwedana gelê kurd ya salan hatiye stendin. Kurdan ji bo bidestxistina van mafan gelek bedelên mezin dane. Ev rastiyeke û dibê em wê bibînin. Dewleta tirk li hember têkoşîna gelê kurd mecbûrî avêtina vê gavê bûye.
Lê helbet dewlet ewê bixwaze vê tawîza xwe li gor berjewendiyên xwe yên dûr û nêzîk bikar bîne û heger mimkûn be feydeyekê jî jê bigre, pê zirarekê bide tevgera kurd ya netewî.
Dibê em vê nêta dewletê bizanibin û siyaseteke li gor wê bidin ber xwe.
Yanî ne rast e ji ber ku nêta dewletê xerab e divê em li dijî bidestxistina vî mafî derkevin.
Ji bo ku kurd dev ji daxwaza Kurdistaneke serbixwe berdin, dewleta tirk di rojên pêş da ewê hîn gelek tawîzên wiha biçûk bide.
Ma divê em li dijî wan jî derkevin?
Çimkî her tawîza ku dewleta tirk dide û ewê bide ji bo xapandinêye. Yanî ji bo ku kurd veneqetin. Di TRT-yê da weşana bi zimanê kurdî di rojên pêş da ewê bibe sebebê bidestxistina gelek mafên din. Sibe ji mecbûrî ewê kanalên şexsî jî serbest bikin, ev pêvajoyeke, ewê dom bike.
Divê kurd van mafan red nekin, lê pê neyên serî jî, doza hemû mafên xwe yên netewî bikin.
Divê em baş bizanibin ku dewleta tirk, tiştên hêzên kurd yên siyasî dixwazin ewê tu carî bi carekê da qebûl neke, ev ewê hêdî hêdî û perçe perçe bibe.
Tê gotin ku “Kanala televizyona kurdî, hewildan û siyaseta AKP-ê a ji nû ve xapandina gelê kurd e.”Bêguman di virda para rastiyê heye, lê divê kurd nexapin. Divê em gelê xwe şiyar bikin ji bo ku bi dayina her tawîzeke biçûk neyên xapandin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Ev yek karê siyasetmedaran e.
Tirsa xapandinê divê nebe sebebê redkirina bidestxistina hin mafan. Û miletê kurd hewqasî ne nezan û cihile ku bi kanaleke kurdî bibêje mesele qediya û êdî em tiştekî naxwazin.
Divê em baş bizanibin ku bi hebûna qanalên telewîzyonan kurd dev ji têkoşîna xwe ya netewî bernadin û nabin tirk, ecem û ereb.
Heger wiha bûya nuha ji zûda kurdên Kurdistana Îran û Îraqê dev ji têkoşîn û daxwazên xwe yên netewî berdabûna, hemû bûbana ecem û ereb.
Ji ber ku li Îran û Îraqê ev 40-50 sal in ku radyo û kanalên kurdî hene, mekteb, meclîs û zanîngehên kurdî hene, lê kurdan dîsa jî dev ji têkoşîna xwe ya netewî bernedan.
Divê em bala xwe baş bidin dîrok, tercûbe û serpêhatiyên kurdên Îraqê û ji wan gelek dersan derxin.
Li Îran û Îraqê bi hebûna radyo, telewîzyon û hin mafên din kurd hemû nebûn hevalên dewletê, têkoşîna netewî jar û pûç nebû, bi vacayî kurdan jê moral û feyde girtin. Lê tu carî jî pê nehatin serî û têkoşîna xwe domandin.
Ev yek li Kurdistana bakur jî ewê wiha be. Ne hewceye meriv têkeve panîkê û bibêje bi weşana vê kanalê ra kurd ewê bixapin, bibin hevalên dewletê, tevgera netewî ewê têk biçe û hwd.
Ev tirseke ne rast û ne di cî da ye.
Wek tê zanîn ji sala 2003-an û virda ye ku di TRT3-da heftê nîv seet weşana bi zimanê kurdî ji xwe heye. Nuha tenê dikin 24 saet.
Ya din jixwe nuha jî bi hezaran kurd di TRT-yê da dixebitin û TRT jî di mala her kurdî da heye. Lê bi tirkî ye. Tiştê nuh ewê bibe kurdî. Û ev jî gelkî baştir e.
KCK di beyana xwe da ji bo kesên ku ewê di TRT ya kurdî da bixebitin gotinên gelek giran dibêje, wan bi “cerdevaniya/korîcîtiya siyasî” îtham dike, li gor KCK-ê kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in û welatparêzin divê di TRT ya kurdî da kar nekin.
Nuha berî hertiştî em dizanin ku PKK serxwebûnê, federasyonê, otonomiyê naxwaze. Tiştê dixwaze “Cumhûriyeta Demokratîk” û demokrasiye. Û ev weşan jî ne li dijî vê daxwazê ye.
PKK-ê heta îro tu carî negotiye kurdên ku mamûrtiya dewletê bikin “xayin in, cerdevan in” û hevalbendên dijmin. Di nava dezgehên dewleta tirk da bi sedhezaran kurd û hevalbendên PKK-ê hene.
Meriv fêm nake PKK ji bo çi heta nuha li dijî mamûrtiya dewletê derneketiye(jixwe dema derkeve divê doza veqetandinê bike)lê îro li dijî xebata di TRT-ê da derdikeve?
Çima kurdekî ku mamostetiya zimanê tirkî dike û bi wî karê xwe jî zarokên kurdan dihelîne, ji kultur û çanda wan dûr dixe ewê ne “cerdevanê siyasî” lê kurdekî ku di TRT ya kurdî da kar dike ewê “xayin” û “cerdevanê siyasî” be?
Di esasê xwe da karê kurdê ku di TRT ya kurdî dike ji bo miletê kurd ji ya hemû mamûrên kurd yên din çêtir û baştir e. Qet nebe ji ziman û kultura miletê xwe ra xizmetê dike.
Ya din dema bi riya TRT-yê kurdî têkeve her mala kurd ji bo demeke dûr û dirêj ev yek ji bo miletê kurd û him jî ji bo PKK-ê bi xwe perwerdekirina hêz û potansiyelekî pir mezin e. Bi milyonan kurdên ku îro em nikanin xwe bigihînin wan ewê fêrî ziman, kultur û dîroka xwe bibin. Mileteke ewê bixwe bihese.
Ji ber ku weşaneke kurdî divê qala kurdan, kultur, dîrok û edebiyata wan bike.
Tê gotin ku dewletê viya neke, ewê dijminatiya kurdan û propagandeya tirkîtiyê bi kurdî bike.
Mimkûn e nêt û hesabê dewletê ev be, di destpêkê da bixwaze viya bike. Dema ev tişt kir, divê em li dij derkevin û ji bo weşaneke hîn baştir têkoşînê bidin. Ne ku ji nuha da red bikin û nehêlin însanên baş tê da kar bikin.
Divê em bibêjin, çima di kanaleke telewîzyona dewletê da kurdî serbest e lê di dahîre û dibistanan da ne serbest e?
Divê em li dijî tekela dewletê ya ser weşana telewîzyona kurdî derkevin û doza kanalên şexsî bikin.
Divê em doza perwerdeya bi zimanê kurdî ya di her astê da bikin.
Û axir gelek daxwazên weke van...
Netîce, nêta dewletê çiqasî xerab dibe bila bibe, bi weşana kurdî nikane PKK-ê û tevgera kurd ya netewî zeîf bike ya jî biqedîne, ev tirs bêbingeh e. Divê PKK, vê tawîza dewletê ji bo xwe jî weke serkeftin û qezenceke siyasî bibîne û jê netirse, li dij dernekve.Dibe ku PKK, TRT ya kurdî weke raqibekî ROJ TV-ê dibîne û loma jî li dij derdikve. Heger wiha be ev jî ne rast e.
Ji armancên hebûna ROJ TV-ê yek jî ew bû ku dewletê mecbûrî qebûl û serbestkirina weşana bi kurdî bike, ne ku her û her Roj TV tenê be. Ne rast e ku kî bixwaze kanaleke kurdî veke PKK rabe tim li dij derkeve û bi çavê dijmin lê binêre.
Divê PKK dev ji vê siyaseta xwe ya hertiştê ku ne di bin dest û emrê wê da xerab e û îxanet e berde.
Xalê Zınar! Gellek spas ji bo vê nivîsa teya dirêj u bi qîmet.
SvaraRaderaEw însanê ku di bin vê asimilasyona tirkanda him fêrî zimanê xwe buwe u Himjî zanibe bi zimanê xwe binivîsîne, ew nabin cerdevan u xayîn. Ew tespîtê te yê nivîsê pir li cîne.
Ew însanê ku çun dudi hevalê minin, bi salane em dibin zordarîyeka mezindabun u me jî dixwest ku em bi zimanê xwe bixwînin u binivîsin. Bi dizî em dihatin ba hev u em fêra zimanê Kurdî dibun. Sîstemê gav paşta avit, Pêwiste ku emjî pêşta bavin.Gereg ew nebe xayîntî.
Bi silaf u rêz.
Xalê Zinar bi heq e. Ya rast helwesta Pkk’ê ne ži bo beržewendiyên kurdan e, berevažî vê ži bo îdeoloźiya xwe ya pašta mayî ye. Heger kurd, bi gotina Pkk’ê „xayîn“ bin žî, ti problem tune, heta ku kurd hînî zimanê xwe bibin, dîwarekî qalind li ber asîmîlasyonê čê bikin, serê asîmîlasyonê bi pašta bičerixînin u destkeftiyên xwe her u her mezintir bikin. Divêt mirov ti carî ži bîr neke ku ne Apo u ne žî Pkk’ê heya niha mafên kulturî yên kurdan ži dewletê nexwastiye u naxwaze žî. Him Apo u him žî Pkk xwediyê fikrên totalîter u dîktatorane ne. Ti carî rê nadin tevgerên sîvîl yên civakî. Tištê ku Apo u Pkk’ê heta niha kirine, ew žî čend tištên emirwarî ne u ti eleqeya van bi rastiya civaka kurd va tune. Di vî warî da bi zêdeyî di bin bandora kemalîzmê da mane. Herweha ev metodên seqet di hilbijartinên šaredariyan da žî čê bun u hê žî dixwazin van ehmeqiyên fašîzan bi rêk u pêk bidin berdewam kirin. Bi kurtasî, heger kurd xwedîtiyê li TRT6ê bikin, dest ži doza xwe ya netewebuyînê bernedin, bêguman ewê riya li ber gelekî tištên din žî vebikin. Lê divêt sînorên xwe yên neteweyî u sor žî bizanibin.
SvaraRaderaBernas Kurmanc