Bûyera terorîst ya Hindistanê ez gelkî xemgîn kirim û êşandim. Li hember vê wahşeta dûr î aqilan meriv kerr û lal dide.
Li ser navê dîn û îdeolojiyê tiştên li hember însanên sivîl û bêguneh hatiye kirin bi gotineke herî sivik wahşet e, qetlîam e û ne karê însanan e. Ez vê qetlîama terorîstî bi şîdet mahkûm dikim.
Li gor malpereke Mêrdînê(mardînlîfe)dinivîse, Rektorê Unîversîteya Artukluyê Prof. Dr. Serdar Bedii Omay gotiye, ji bo ku li Unîversîteya wan beşekî Ziman û Edebiyata kurdî vekin, wan dest bi xebatê kiriye.
Û ji bo destpêkirinê jî di demeke kin da ewê pêşniyarekê bibin ji YOK(Heyeta Bilind ya Perwerdeyê) ra.
Li gor Omay, di vekirina beşekî zimanê kurdî da ew tu tiştekî şaş nabîne û normal e, lê divê bi qanûna esasî ra li hev bike.
Omay gotiye, vekirina beşekî wiha ewê ji aştiya civakî ra xizmetê bike, ewê feydeyeke mezin bigihîne welêt.
Heger bi gotinê be tirk di telewizyonan da dest bi weşanên kurdî dikin, di unîversîteyan da beşên kurdî vedikin, axir dikin û dikin.
Lê di praktîkê da nahêlin kurd bibin xwedî rojnameyeke rojane jî.
Li bakurê Kurdistana û li Tirkiyê tenê rojameyeke kurdan ya rojane heye(Azadiya Welat), wê jî herroj digrin, nahêlin kurd mehekê li ser hev bixwînin.
Di xeberên îro da heye, dibêjin, Serdozgeriya Komarê yê Stenbolê, Azadiya Welat meheke din jî girtiye.
Ji xwe Azadiya Welat 23 roj berê qedexeya mehekê qedandibû û dest bi weşanê kiribû. Meha wê neqediya, waye meheke din jî qedexe kirine.
Mêrika nahêlin kurd bi destê xwe tiştekî ava bikin û berdewamiyekê bidinê, tim diqurçimînin û rê li ber digrin.
Îcar ewê di zanîngehê da ”beşekî ziman û edebiyata kurdî vekin?”
Kuro ma ne hîn çend roj berê ji bo ku mebûsê Sêrtê Osman Ozçelîk di karta xwe ya Çejna Qurbanê da li gel tirkî bi kurdî jî gotibû, “Ez Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim û kar û xebatên we da serkeftinê daxwazim”, ji ber van gotinan we karta wî çap nekiribû û paş da lê vegerandibû. Hela berê destûrê bidin mebûsekî kurd, bira bikanibe ji hemwelatyên xwe ra bi kurdî bibêje ”ez çêjna we pîroz dikim”, dûra di zanîgehan da dest bi vekirina beşên kurdî bikin.
Hilbijartinên mehelî nêz dibin, loma jî divê kurd bi hin sozên vala werin xapandin.
Û xapandina kurdan jî ji xwe weke vireke ava e, zarokekî çar salî jî dikane bi hezaran kurdî bixapîne.
Ma çima Erdogan bi wî aqilê xwe bi çend derewan bi milyonan kurd nexapand?
Û piştî ku karê xwe qedand mêrik dest bi zirt û fortan kir, û got ya hûnê bibin tirk ya jî hûnê ji vî welatî herin.
Ji ber ku tirk dizanin kurd ne ji serpêhatiyên bav û kalên xwe, ne ji gorrên li ber çavên xwe û ne jî ji cendekên zarokên xwe yên perçeperçe bûyî tecrûbeyê nagrin, dereweke biçûk, silavek sexte têra xapandina wan dike û zêde ye jî.
A ji ber vê yekêye ku bi nêzîkbûna hilbijartinên mehelî ra ji bo xapandinê hin derewên nuh li hev radigrin, xwedêgiravî di zanîngehan da ewê beşê edebiyat û zimanê kurdî vekin.
Û vê sozê jî serokwezîr ya jî wezîrê perwerdeyê nade, rektorekî zanîngehê dide. Tu berpirsiyariyeke camêr tuneye, mamûrekî dewletê ye û fikrekî xwe gotiye. Sibe ewê bibêje wele min xwest lê hukûmetê red kir.
Hemû mesele ev e.
Heger ne derew e, rojmnameyên kurdî qedexe nekin, navên parkên kurdî neguherînin, ji bo ku bi kurdî karteke çejnê nivîsîye xelkê nedin mahkimeyan.
Dema we ev tişt kirin wê demê emê jî baweriyê bi van soz û planên we yên di zanîngehan da vekirina beşên kurdî bînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar