Ez dixwazim îşev nivîseke ku tesîreke pir mezin li min kir, bû sebebê ku gurrûzî bigre canê min, biweşînim.
Li ba dilê min ev nivîs hezar qatî ji şiroveyên min yên siyasî girîngtir, hêjatir û bi tesîrtir e.
Do êvarî weke endamekî grûba Dîwanxaneyê, min jî nivîsek (Orhan Pamûk û tirs) ji Bargiran Baran girt.
Min nivîs derengê şevê xwend. Piştî xwendina nivîsê xew li min herimî. Do ji ber ku dereng bû min nikanîbû tiştek li ser binivîsîya, loma min hîşt îro.
Û ji dêlî ku ez perçe perçe qala nivîsê bikim, min baştir dît ku nivîsê bi temamî biweşînim. Çimkî nivîsên wiha li çiqas cî bên weşandin jî hêja ye.
Eynî nivîs di Lotikxaneyê da jî hatiye weşandin.
Bargiran Baran, li Tirkiyê dojeha miletê kurd tê da bi serpêhatiyeke xwendevanekî kurd wiha raxistiye ber çavên kurdan:
”Danê nîvro, li aşxaneya Ataturk Ogrencî Yûrdûya li Zeytinbûrnûyê hevalên ji Wanê xeber danê: Hevalê delal, hevalên delal dîsa basqinek kirine û herhal 15 kes ji wan kuştine. Hay ji xwe hebe, dibe ulkucu(faşîst û mêrkujên dewletê) bên dolap molabên te vekin, tew dengê xwe meke…Çi gotin gotin, bê temam, zêdetir tiştekî mebêje. Yûrt di dest wan de ye, tu dizanî weleh û billeh wê me bihênciqînin, parçe bikin. Eger kitabên kurdî li cem te hene, tew vemeşêre, çeke, bila here.
”Çi?.. Orhan Pamuk?!”
Ma tu fêhm nakî ez dibêm çi heval?
Firavînê nexwe jî dibe, ji rêzê derdikeve, berê hêdîka, paşê bi gavên lez dimeşe. Li paş xwe dinêre, dinêre kes tuneye û direve jor.
Di çapikîya lîngên wî û hilke hilka pê ketî de gotinên dawîyê li ber çavên wî dibe fîlmek û di mêjîyê wî de deng dide:
“Sala çûyî yek kêr kirine û kirine nexweşxanê, berê jî ji rû wan de çend meriv ji zanîngeha Marmarê çekirine. Ji Orhan Pamuk tew hez nakin, lewra tu dizanî ew Kurdan hez dike.’’
Li qata duduyan û di bloqa pêncemîn de tenê dengê derîyê herî dawî tê. Dikeve hindir û dolaba xwe bi lez vedike, derîyê dolabê li cama kêlekê dikeve, vedigere li wî dikeve, cilên di hilawistokê de dihejin, dikevin lê ew nabîne. ”Masumiyet Muzesî“ ya Orhan Pamuk kanî! Tişt çito li ber çavên meriv winda dibin ya rebbî! Kitabên hiqûqê yek bi yek derdixîne, di nav cilên gemarî û paqij de lê digere lê nabîne û lanetê li şeytên tînê.
Hemd û sipas ji xwedê re be kitabê dibîne, lê şaş dibe. Kitab kengî kiribû bin balîfê xwedê? Ma şeva bihurî kitab xwendibû?.. Hele niha ne wexta wî bû.. Ji bin nivînan tûrê goreyên reş derdixîne, bi carekê ve vala dike, û ”Masumiyet Muzesî” yê dikutê, kitabê derdixîne û carek din rûpela 83-an dixwîne. Qatek cilê paqij û şampûan di hembêzê de, tûr jî di nav wan de, ber bi serşokan dimeşe. Li dor xwe dinêre, kes tune. Guh dide serşokan, dengê avê tune. Devikê çopê vedike û tûrê reş çeng dikê…
Bi esir re ulkucu dikevin hindir. Yekser radibe ser xwe, navê bajarê xwe dibêje. Li dolabê dinêrin, bin nivînan dinêrin, çenteyan vedikin û tiştên ecêb dipirsin. Berî derketinê telefona wî jî dixwazin, di telefonê de muzik û risman kontrol dikin û dibêjin ji te re. Dikenin û derdikevin.
Çav sor bûne û tev de direcife, telefona xwe di dest xwe de dizîvirîne û pir paşê ji min re mesajekê bi çar qontoran dişîne:
‘’Xalo, min Masumiyet Muzesîya te nexwend û çengkire çopê. Ulkucuyan odên me kontrol dikirin, ez tirsîyam, mecbûr mam û min çeng kir.“
Ez fêhm nakim, ma Orhan Pamuk ne Tirk e?.. Eger Tirk e, çima Tirk jê hez nakin û tu jê hez dikî?.. Eger Tirk e û Tirk jê hez nakin, çima em Kurd ji kesên ji miletê xwe hez nakin, hez dikin?.. Sibe ez li mala we me.
Bi xatirê we ...
Bargiran Baran”Nuha ji nişka ve hêreseke bêsînor ez girtim, kela dilê min weke pêlên Okyanûsan rabûn pêdarê…
Ji ber ku weke kurdekî ez nikanim wî xortê kurd ji bin wê zulmê xelas bikim min ji xwe fedî kir.
Xwezî ez bibûma Ristemê Zal û wê seet û wê bîstikê li wê odeya biçûk hazir û nazir bûma. Û min bi çepilên wan faşîstan bigirta û weke çewrikên kûçikan yeko yeko hemû di pacê ra çekira jêr.
Dûra ez fikirîm, min ji xwe ra got, xwezî her kurdî yanî karkir, mamûr, leşker, xwendevan, jin, mêr, axir hemû kurdan weke vî xortî tenê qala jiyana xwe ya rojekê bikira û piştra jî hemû kurdan ew bixwenda.
Bixwenda û bidîta ku kurd weke milet li Tirkiyê di bin zulm û rasîzmeke çiqas dirinde, çiqas wahş da dijîn, şexsiyata mirovê kurd çawa tê pelçiqandin û rencîdekirin.
Piştî ku kurdan xwend û rewşa xwe ya malkambax dîtin, divê wergerînin îngilîzî û pêşkêşî cîhanê jî bikin.
Divê cîhan jî bibîne ku kurd di bin zulm, zoradrî û rasîzmeke çiqas mezin da dijîn.
Divê ev zulm û zora li ser miletê kurd veşartî nemîne, were nivîsîn, bibe fîlm, çîrok, roman, helbest, piyes, stran, bibin belgeyên dîroka miletê.
Bi kurtî divê ev zulma li me dibe wenda nebe û neyê jibîrkirin.
Û riya vê jî nivîsîn û belavkirine.
Gelek sipas ji bo Bargiran Baran ku ev zulma tirkan careke din raxist ber çavên me kurdan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar