Ev karê kurdann jî aqilê meriv nagre, hinek dibêjin reş, hinek dibêjin spî. Hinek Baykal protesto dikin û hinek jî diçin pê ra rûdinin û jê ra li çepikan dixin.
Do 40 rêxitinên svîl yên Diyarbekrê daxwaza hevdîtina serokê CHP-ê Denîz Baykal bi beyanekê red kirin û gotin, ”dibê Baykal berê ji kurdan uzrê xwe bixwaze” dû ra em pê ra rûnin.
Lê li gel vê jî îro 22 rêxistin û 2 nivîsakar çûn civîna Baykal û li leqleq û hirte zirtên wî yên vala guhdarî kirin.
Çel li dij in, pê ra rûnannin, lê 22 û dudu jî nivîskar diçin pê ra rûdinin û lê guhdarî dikin.
Yanî di vir da jî dîsa yekîtiya me tuneye, em çi bikin jî tim para dijmin di nava me da heye.
Do li ser navê 40 rêxistinên siwîl berdevkê Platforma Demokrasiyê Alî Oncu, di civîneke çapemeniyê da got:
”Heta ku Baykal mesela kurd wek gelşeke aborî û pêşketina herêmî, wek meseleyeke teror û asayişê bibîne, heta ku hebûn û mafê kurdan red bike, nûnerên kurdan yên di meclîsê da nas neke, alîkariya kedkaran neke, ji bo mesela kurd çareseriyeke aştî û demokratîk nede pêş, heta ku di siyaseta êrîşlarî û şer da israr bike emê beşdarî civînên Baykal û partiyên din yên wiha difirkirn nebin. Û heta ku Baykal ji kurdan uzrê xwe nexwaze ev şêla me ewê berdewam be.”
Ev şêleke maqûl bû, cara pêşî bû ku 40 rêxistinên siwîl siyasetmedarekî tirk ê ku hebûn û mafê kurdan red û înkar dike protesto dikin û dibêjin ”heta ku hûn hebûna kurdan wek milet qebûl nekin û mafên wan yê netewî nas nekin” em bi we ra rûnanin û li gotinên we yên vala guhdarî nakin.
Lê îro, dema Baykal çû Diyarbekrê, 22 rêxistinên siwîl û du nivîskar(min meraq kir, gelo ev nivîskar kî bû ne?) çûn pê ra rûniştin û li propaganda û ajîtasyonên wî yên vala û bêmane guhdarî kirin.
Lê yek kesî jî di derbarê mafê kurdan yê netewî da yek pirs jî ji Baykal nekiriye, mêrik peyivîye û nûnerên kurdan jî pel pel lê guhdarî kirine.
Xêra Xwedê!
Kê maf bide civateke hewqas mêşînî?
Tiştê çapemenî dinivîse wek Erdogan, Baykal jî dûr û dirêj li ser projeya GAP-ê rawestiyaye, wî jî bi xurtî ”teror” mahkûm kiriye, lê qet qala rawestandina şer, qebûlkrina hebûn û nasnameya kurdan, serbestbûna perwerdeya bi zimanê kurdî nekiriye.
Baykal jî pesnê Împaratoriya Osmanî û dewleta tirk daye û gotiye hemwelatiyên Tirkiyê tenê ne tirk in, gelek gelên din jî hene, lê ferq nake, ev yek ji bo dewletê ne tehdît e, ”em hemû wek hev in, hemû welatiyên vê derê ne.”
Yanî em hemû tirk in, heger îro hîn ne bûbin tirk jî di rojên pêş da emê bibin. Loma jî dibê dewlet bînfireh û bi sebir be. Ji bo ku kurd hîn nebûne tirk dibê dewlet xwe aciz neke, hêdî hêdî ewê jî bibe.
Tiştê Baykal gotiye ev e. Heta ku kurd perçe bin û bi hev ra doza mafên xwe nekin tirk dev ji siyaseta xwe ya înkarê bernadin. Dibê êdî em li çîrokên vala guhdarî nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar