Do 1-ê nîsanê bû. Min got ka ez jî di quncikê xwe da henekekê bikim.
Ez fikirîm, min got gelo ez çi li hev bînim ku bira him tiştekî balkêş û him jî henekeke xweş be?
Min wir da bir, vir da anî di wê eceleyê da tiştekî li gor dilê min nehat bîra min. Dawiya dawî min got ya herî baş ew e ku ez li ser xwe tiştekî binivîsim.
Û min rabû got:
” Min birayara xwe da, ez êdî hew di vî quncikî da dinivîsim. Ev nivîsa min ya dawî ye. Ez êdî nanivîsim, çimkî kes naxwîne."
Lê hin xwendevanan fêm nekiribûn ku ew "heneka 1ê nîsanê" ye.
Min ji xwe ra got, bi vê henekê qenekê ezê dereceya hezkirina xwendevanên xwe jî hinekî fêm bikim.
Pir hindik ezê fêm bikim ku xwendevan çuqasî muptelayê nivîsên min in?
Ezê fêm bikim ku hêza min ya di nava xwendevanan da çi ye?
Û heger rojekê, Xwedê neke ku ez dev ji nivîsînê berdim, gelo miletê kurd ewê çi bike û kîjan çalakiyan li dar xe?
Û ji bo ku ez dîsa dest bi nivîsînî bikim, gelo çend kesên xwe bişewitînin, çend kesên xwe bikujin?
Bi van xem û xeyalan min ”nivîsa dawî” nivîsî.
Erê min nivîsî, lê destê min wer li ser dilê min bû, ji tirsa ku milet ewê ra dinyayê li bin guhê hev xe, heta sibê xew neket çavên min.
Çimkî ez merivekî pir humanîst û dilzîz im, loma jî naxwazim tiliya yek însanî jî xwîn bibe.
Hinek dikanin bi van xeyalên min bikenin û bibêjin, ”mirîşka birçî di xewna xwe da xwe li eraseya genim dibîne.”
Lê divê em ji bîr nekin ku xewn û xeyalên wiha ne tenê ji bo mirîşkan, ji bo însanan jî derbas dibin. Çimkî hestên wiha bi însanan ra xurttir in.
Ez serê we neêşînim, min nivîsa xwe saet di 23.00-an da weşand û min hestên tevlihev çû xwe daber telewîzyonê.
Lê li ber telewîzyonê tebatî nedihat min, min ji xwe ra digot, ku nuha milet bixwîne ewê qiyamet rabe. Heta 24.00 telewîzyonên kurdan qala tu bûyeran nekirin.
Min got dibe ku dreneg e, hîn kesî nexwendiye, esas sibe, deba kurd pê bihesin ewê ferman rabe!
Min ji xwe ra digot, sedî sed li Kurdistanê, li gelek bajarên Ewrûpayê kurd ê dakevin kolanan û bi dengê herî bilind bibîjin:
-Jiyan bê Zinarê Xamo nabe!
Heta danê êvarî ez bi van xeyalan li ciyê kar viz bûm. Di nabênê ra jî yekcarnan min him li malpera xwe û him jî li malperên kurdan dinêrî ji bo ku bizanibim xwendevan û miletê kurd çi reaksiyonê nîşan didin?
Dawiya dawî, min dît ku ji bo nenivîsandina min ne kes xwe dişewitîne, ne xwe dikuje û ne jî bi hezaran dadikevin kolanan. Kes nabêje wiha meke, vê biryara xwe bi paş da bigre.
Bira milet li wir bimîne, min bihîst ku heta danê êvarê haya ”cîran û hevlê min yê herî nêz” jî ji xeyda min tunebûye.
Ez dizanim, gelek kes jî dua dikin ku ez biryareke wiha bidim. Lê ez zû bi zû biryareke wiha nadim, bira kes avê bi ber dilê xwe nereşîne.
Ez werim ser reaksiyona xwendevan.
Lê axirê Xwedê kir ku du kesan bi meylên xwe hinekî dilê min xweş û geş kirin û gotin em naxazin tu terka me bikî.
Bi taybetî jî xwendevanekî ezîz û qedirşînas dilê min rehet kiriye gotiye:
-Tu wek xuya nava xwarinê yî. Bêyî te nabe, nabe, nabe… Ev der nebû malpereke din, Netkurd, Rizgarî, Serwext… Welhasil bêyî te nabîîîîîîîîîîî û xelas…weselam.
Piştî ku min ev gotinên ji hingiv jî şîrîntir xwendin ruh bi min da hat, bêhêvîtiya min di cî da wenda bû.
Ez dizanim ji bo hin "rêber û serokan" bi sedhezaran, bi milyonan însan dibêjin "bê serok nabe!", lê yê min jî ji tunebûnê çêtir e, bi kêmanî wa ye camerêk dibêje:
-Bê te nabe!
Piştî ku min ev roj jî dît, bi xwedê êdî bimrim jî xeman naxwim.
Û bira dilê hemû xwendevan jî di cî da be, ez dev ji nivîsandinê jî bernadim. Min tenê henekek kir. Çimkî ew jî carnan lazim e.
Şîv bê xwê nabe.
Hêdî hêdî.
Qey rojekê were xwendevanên min jî ewê wek keçika swêdî zêde bibin. Sebir!
Kurdan gotiye, xwediyê sebrê mîrê Misrê!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar