Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, îro li Washîngtonê bi serokê Emerîka George Bush ra hat ba hev. Berdevkê qesra Sipî Dana Perîno di beyana xwe ya berî hevdîtinê da got, ji meseleya PKK-ê ra di demeke dirêj da divê çareseriyeke siyasî were dîtin.
Perîno berî hevdîtina Gul û Bush li Qesra Sipî civîneke çapemeniyê li dar xist. Divê vê civînê da Perîno got, serok Bush ewê ji Gul ra pêşniyar bike ku:
”Ji bo ku ji meseleya PKK-ê ra çareseriyeke siyasî were dîtin, divê Gul bi serokkomar Celal Talabanî û serokwezîr Malikî ra bixebite.”
Bêguman dema ”Qesra Sipî” qala ”çareseriyeke siyasî” dike baş e, ev yek tê wê maneyê ku Qesra Sipî wek tirkan li meseleya kurd nanêre. Diyar dibe ku Emerîka dixwaze Tirkiye hin gavên siyasî bavîje, hin mafan bide kurdan.
Îcar ev daxwazên Emerîka ji tirkan çi ne, çi nîne em nizanin, lê hin daxwazên wan hene. Berî her tiştî dixwazin tirk meseleya PKK-ê ne bi zorê , lê bi riyeke siyasî çareser bikin. Ev gelkî girîng e û aliyê baş yê beyana Perîno ye.
Lê di nava wan çend gotinên Perîno da siyaseteke Emerîka ya ”nuh” jî li hember Kurdistana Federe xwe dide der.
Wek tê zanîn heta nuha Emerîka tim ji tirkan ra digot, bi hukûmeta merkezî û bi berpirsiyarên hukûmeta Kurdista Federe ra rûnin û bi koardîneyeke sêqolî vê meseleyê çareser bikin. Lê di vê beyana berdevkê Qesra Sipî da îcar navê kurdan tuneye, ji dêlî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî, navê Talabaî heye. Gotiye Malikî û Talabanî. Yanî Talabanî ketiye dewsa Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî. Ji bo kurdan ev destpêkeke ne baş e. Çimkî tirkan jî dixwest ku Emerîka kurdan û hukûmeta Kurdistanê û bi taybetî jî Mesûd Barzanî ji dewrê derxin, tirk, erebû emerîkî bi hev rarûnin. Ev beyana Perîno îşareta destpêkirina vê siyasetê ye.
PKK nîhayet li xwe mukir hat
Piştî 5 roj bêdengî PKK-ê nîhayet îro di derbarê teqîna Diyarbekirê da beyanek da qebûl kir ku ”yekîneyên wan yên herêmî bêyî haya wan teqîn pêkanîne.
Endamê Konseya Bilind ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK/PKK) Bozan Tekin, di beyana ku daye ajansa ANF-ê(ajansa Nûçeyan ya Firatê) da dibêje ku wan êrîşa Diyarbekrê di mistewa merkezî da plan nekirine, plan û êrîş bi însiyatîva hêzên herêmî hatiye kirin.
Bozan Tekîn wiha dibêje:
”Ev êrîş ne planeke me ya merkezî ye. Li gor lêkolînên me, ev êrîş ji alî grûbên herêmî yên serbixwe va hatiye kirin. Ji ber ku kesên sivîl jiyana xwe wenda kirine em pê gelkî xemgîn bûne û ji ber vê yekê jî ji gelê xwe lêborînê dixwazin.”
Wek min roja pêşî jî nivîsî, min texmîn dikir kur tiliya wan di vê êrîşê da heye. Ji xwe bêdengiya wan şika meriv zêde dikir.
Lê îro bi hawakî fedyok û sergirtî be jî qebûlkirina wan baş e. Her çiqas gotine ”di mestewa merkezî da haya me jê tuneye” jî ez jê bawer nakim, bi baweriya min haya wan jê hebû û divê rast bigotana.
Lê bê guman hedefa wan ne kesên sivîl bû, nedixwestin kesên siwîl werin kuştin, lê li derî îradeya wan bû.
Esas ya girîngtir bûyer bi xwe ye. Yanî di demeke wiha da li Kurdistanê êrîşeke wiha rast e ya na?
Divê meriv li ser vê rawest e.
Min berê jî gotibû û nuha jî dibêjim, bi ya min îro şaş e û divê meriv li dij derkeve. Lê dem heye dikane rast be û divê were kirin jî. Ji ber ku li dijî hêzên dewleta tirk(ne kesên sivîl)ku welatê me bi dare zorê dagir kirine û em jî ji xwe ra kirine kole, her babet têkoşîn û şer heq e û meşrû ye.
Şaş e, ji ber ku bûyerên wiha îro ji karê bêtir zirarê didin tevgera gelê kurd ya rewa. Loma jî ez rast nabînim.
Dîsa li gor îdaya Tekîn, ji leşkeran kuştî û birîndar jî gelek in lê dewlet bi zanetî eşkere nake. Esas ev ne îdayeke ji bin da vala ye. Çimkî roja pêşî qala 30- 38 leşkerên birîndar kirin. Lê dû ra ser girtin û zêde tev nedan. Ji wê zêdetir, mesela sivîlan derxistin pêş.Çimkî ji bo progandeya wan ev yek baştir bû.
Baskin Oran jî maskeya xwe danî
Baskin Oran jî îro maskeya xwe ya ”demokratiyê û dostiyê” danî û wî jî wek Yalçin Kuçuk û Dogu Perîncek êrîşî kurdan û welatparêziya wan kir.
Baskin Oran jî ji DTP-liyan ra got, divê hûn dev ji kurdayetiya xwe berdin û bibin tirk û partiyek tirk.
Baskin Oranê kemalîst çû meclîsê ziyareta gurûba DTP-ê û li wir axaftinek kir. Li gor çapemeniyê nivîsî ye Oran, ji pirsa hin kurdan ku jê dipirsin, ”tu bi kurdî zanî ?” gelkî aciz dibe û gotiye ez naxwazim li ser vê meselê zêde rawestim.
Oran di axaftina xwe da wiha gotiye:Tiştê ku pir kin ez dixwazim bibêjim ev e :
”Tiştê ku pir kin ez dixwazim bibêjim ev e: Ji bo ku em we ji her babet êrîşên neteweperestiyê, ji sabotajên wê û li hember êrîşên kesên ku nahêlin hûn bibin partiyeke Tirkiyê biparêzin hatine vir û piştgiriyê didin we. Em hatine vir ji bo ku li dijî neteweperestiya tirk piştgiriya we bikin. Lê belê neteperestiyek ji ya din ne baştir e. Di eynî wextê da ji bo ku li dijî neteweperstiya kurd jî piştgirya we bikin em hatine vir.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar