03 juni 2020

Neyarhewîn !



Apê Osman Sebrî, di bîranînên xwe da ji bo kesên hevalbendên dewletê, yên li hemberî serîhildana Şêx Seîd piştgirî dabûn dewletê gotiye ”neyarhewîn”.

Dema li Diyarbekrê apo Osman Sebrî, herdu apên wî û pismamên wî dibin Mahkima Îstîqlalê, wan di ber cendekên Cemîlê Çeto û Qadirê Bêndûr yên hîn bi sêpiyan ve ne derbas dikin; bi şev ew bi darde kiribûn.

Gava apo Osman Sebrî cendekên wan yên bi sêpiyan ve li ba dibin dibîne, dibêje her çiqas ew axayên ”neyarhewîn” bûn jî ”çavên min bar nebû li wan binêrim.”

Wek tê dîtin ”neyarhewîn” di maneya hevalbendên dewletê, xayin, kesên bûne cahşên dijmin da bi kar aniye.

Bi baweriya mn gotineke xweş e, dibê meriv bi kar bîne. Min li hin ferhengan nêrî min nedît. Dibê meriv vê gotinê û yên wek "dosthewîn, mîvanhewîn, feqîrhewîn" li ferhengên internetê zêde bike. Mîvanhewîn sînonîma mîvanperwer e.
di bîranînên apo Osman Sebrî da gelek gotinên balkêş hene, kesên li ser ziman dixebitin dibê carê bala xwe bidinê.

Mahmut Alacabek Keké Zınar, té gotın " Délık jı Bajara Kopek a lıxwe Vedıhewine.

Sores Bladhede Apê Osman Sebriyê Mêrdesî tola apê xwe Şûkrî neyarhewîn bixwe destê hildigre!

Mustafa Kalpak Mala min a zaroktîyê de: Dosthewîn, misafirhewîn, feqîrhewîn, neyarhewîn dihat gotin.

Kemal Bakan Bîranînên apê Osman Sebrî pir bi wate û xweş in,
Gora wî bihuşt be,
Gelek peyv di ferhengan de tune ne,divê lê zêde bibin,
Slav û hurmet apo

XXX
-Însan dibê ji sirgûnê jî, ji zindanê jî, ji mirinê jî netirse, tenê ji tirsonekbûnê bitirse.
Epictetos
Hûn tirsonekan dikin çi bikin, lê tu carî nekin berpisiyar û serokên xwe. Tirsonek tu carî bi ser nakevin.

XXX
Bindestiya dûr û dirêj şexsîyeta gelek kesan pir deform kiriye, kiriye çamûr. Çi tê serê miletê wan jî ew dev ji xulamtî û şelafiya tirkan bernadin.
Tu çi dibêjî, kîjan hovîtiya dijmin nîşanî wan didî jî ne xema wan e, ji ya xwe nayên xwar, dev ji şelafiya tirkan bernadin. Kûçik bi qusandinê nabe tajî.

XXX
Dewleta tirk ne bes bû, epîdemiya koronayê jî xwe da ser, herduyan bi hev ra kurd gelkî guhertin.
Epîdemiya koronayê di nava 4-5 mehan da dinya serobinî hev kir, dûzan, rabûn û rûniştina însanan guhert.
Kurd jî êdî ne kurdên 5 sal berê ne, kêf û dilgeşiya berê bi kesî ra nemaye, ruyê kesî nakene, her kes bûye wek gulek çilmisî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE