30 juni 2020

Bobelata vê carê pir mezin xuya dike


Di tarîxa me da gelek felaket û bobelatên mezin hatine serê me, hêzên dagirker bi hezaran kurd kuştine û bi sedhezaran jî mecbûrî, koçberiyê, derbederiyê û perîşaniyê kirine.

Lê felaket û bobelata vê carê dixwazin bînin serê me pir mezin xuya dike.

Tirkiye, Îran, Îraq û xayin û xwefiroşên kurd, gişan qela xwe kirine yek û dixwazin Kurdistana Federe ji ortê rakin û kurdan basko bikin, felaketeke pir mezin bînin serê kurdan.


Ev pilan ji alî Tirkiyê, Îranê, Îraqê ve gav bi gav tê cî bi cî kirin û em kesên vê felaketê, vê xiyanetê dibînin nikanin tiştekî bikin, lê temaşe dikin.

Çimkî tiştek ji destê me nayê. 

Çimkî hêzeke me ya em kanibin pilana neyar û xayinên nav xwe xera bikin tuneye.

Tiştê ji me tê gotin, nivîsîn û xemgînîye, qêrîn û hawara li kurdan ye.

Dinya jî bi epîdemîya koronayê û gelşên bi xwe ra anîne mijûl e, kes nayê hawara me, kes ji Tiriyê û ji Îranê ra tiştekî nabêje. Diyar e Sûriyê û Îraq jî di bin ra alîkariya Tirkiyê û Îranê dikin, ew jî dixwazin Kurdistana Federe nemîne, rojava têk biçe, me bikujin, koçber bikin.

Rewş pir xerab û bêhêvî xuya dike. Lê mûcîze jî mimkûn e. Belkî tiştekî qet em ne li hêviyê ne biqewime û me ji vê qaosê û felaketê xelas bike...

-Gul, lale, çîçek hemû diçilmisin. Pola û hesin dişkê. Lê belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…
/// Nietzsche

Serweta herî mezin dostanî, hevaltiya naçilmise, naşikê, namire...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE