07 april 2020

Xort çima ji min hez dikin?



Çuqasî rast e, çuqasî ne rast e nizanim, lê gelek kes dibêjin xortên/ciwanên ji min hez dikin pir in.

Ez bawer dikim ewê rast be, bi rastî jî xortên ji min hez dikin pir in, ev yek gelek caran bi ber guhê min dikeve û di medyaya sosyal da jî vê hezkirinê tim dibînim.

Lê mezin, kesên navsale ji min hez nakin, mezinên ji min hez dikin pir hindik in. Bi min wer tê, ez wer bawer dikim.

Lê di nava xortan da kesên kêfa wan ji min ra û ji nivîsên min ra tê ez jî bawer dikim pir in.

Hezkirin jî, nefret û nehezkirin jî bêsebeb nabe, sebebekî wê heye.


Bi baweriya min sebebê ku mezin(kesên navsale, bi umir) ji min hez nakin û xort ji min hez dikin yek e, nasyonalîstiya(milîyetçîtiya) min e.

Ji ber ku ez merivekî nasyonalîst, kurperwer im siyasetmedarên qert bûne, mezin, kal û navsale ji min hez nakin. 

Çimkî ew asîmîle û entegreyî Tirkiyê bûne. Lema jî kêfa wan ji kesên serxwebûnxwaz, 

Kurdistanparêz, nasyonalîst ra nayê, dibêjin ev merivekî ne realîst e, ekstirem e, kurdçî ye, filan û bîvan. Piraniya wan bindestiya tirkan qebûl kirine û pê nerehet jî nabin. Daxwaza serxwebûnê, qala Kurdistaneke serbixwe kirin wek dînîtiyekê dibînin, pê aciz dibin. 

Lê xort û ciwanên nuh tên jî her ji ber vê sebebê, ji ber ku ez merivekî nasyonalîst im û serxwebûnê diparêzim ji min hez dikin... 

Çend sebebên din jî hene, bi baweriya min ew jî ev in:

-Kêfa min ji Tirkiyê, zimanê tirkî û tirkan ra nayê û viya tim jî dibêjim.
-Ez qet bi tirkî nanivîsim.
-Ez tenê bi kurdî dinivîsim.
-Ez li dij im kurd bi tirkî binivîsin û bi hev ra bi tirkî bipeyivin.
-Ez 13 sal in di medyaya sosyal da min ne yek rêz bi tirkî nivîsîye û ne jî hîştiye kes nivîsên min bi tirkî komentar bikin.
-Ez ne mirîdî tu partiyê û tu serokî me. Gava hewce be gişan jî rexne dikim û gava tiştekî baş dikin jî pesnê wan didim.

Ez nabêjim her kesê ji partiyekê û ji serokekî hez dike ”mirîd” e, helbet ev ne rast e. Lê mirîd û şelafên partiyan û serokan pir in, ev jî rast e. Ji bo ku ez ne yekî wiha me û diwêrim fikrê xwe bibêjim, partiyan û serokan rexne bikim, xort, ciwan ji mezinan bêtir kêfa xortan ji min ra tê .

Di van salên dawî da ji ber êrîş û terora dewletê, xort bêtir radîkal bûne û ji kesên nasyonalîst, serxwebûnxwaz hez dikin.

Bi texmîna min sebebekî din ê xort ji min hez dikin jî zimanê min e, kurdîya min a fesîh e, sitîla min a nivîsê ye, mîzaha di nivîsên min da ye.

Xort ji kurmanciya min a fesîh, zelal û mîzahî hez dikin, gotinên nuh tê da dibîn. 

Lê ya herî muhîm jî ji zimanê baş fêm dikin. Zimanê min ne giran e, ne zimanekî çêkirî û sentetîk e.
 
Zimanê min wek rûnê nivîşk e, wek mastê mîhên Qerejdaxê bi tahm û lezet e. 

Loma jî xort ji min hez dikin. 

Lê bêguman ez jî ji wan pir hez dikim. Ez jî ji xortan û ji jinan pir hez dikim û wek şûrekî tim li pişta wan im. 

Yanî rê ji dilan diçe dilan; ez ji wan hez dikim, ew ji min hez dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE