29 mars 2020

Tirk nabênê nadin neyartiya xwe


Qeyûmê Batmanê zimanê kurdî ji sîteya belediyêderxistiye. Înformasyonên li ser Vîrusa Koronayê tenê bi tirkî ye, bi kurdî tuneye.

Hukûmet bi derewan dibêje kurdî ne yasax e, lê di prakîtê da kurdî li kurdan yasax dike.

Di nav hukûmetê da bi dehan wezîr û parlamenterên xwedêgiravî ji xwe ra dibêjin em kurd in hene, lê yek jî nikane li hemberî vê îcrîata irqçî, faşîst dengê xwe bike. 


Nikanin deng bikin çimkî gişan êsîrî, koletîya tirkan û dewletê qebûl kirine. 

Ev ne cara pêşî ye mamûrên dewletê li Kurdistanê tiştên wiha dikin, berê jî bi sedan caran tiştên wiha kirine. Ew û dewleta xwe nayarên kurdan, kurdî û Kurdistanê ne.

XXX


Hin namerdan gorristana êzdiyan ya Nisêbînê xera kirine. Berê jî ya Bişêriyê xera kiribûn. Ev namerdîyeke mezin e. Heger ne dewlet bi xwe ye dibê kesên ev namerdî kirine werin girtin. Kurdê însan be, şerf û namûs pê ra hebe tiştekî wiha nake.

Dibê partî û rêxistinên kurd hemû vê nemiroviyê, vê namerdiyê bi şîdet protesto bikin.

XXX

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson li ser xeterîya Vîrusa Koronayê ji gelê înilîz ra gotiye:

”Ji bo min pir muhîm e ez bi we ra vekirî bipeyivim. Berî ku îş baş biçe ewê xerabtir bibe.”

Rast e, ne diyar e ev rewş ewê heta kînga dom bike û here li ku bisekine. Lê wek camêr jî gotiye, berî baş bibe, ewê gelkî xera bibe. Dibê em viya baş bizanibin.


XXX

Bela û tirsa Vîrusa Koronayê di demeke kin da gelek hînbûn û adetên însên guhert.

Gelek tiştên berê ji bo însanan urf û adet û pîşikên rojane bûn guherîn, însan êdî hin tiştên nuh hîn dibe û ji xwe ra dike adet.

Bi tirsê jî hin tişt dibin adet û kultur û hin urf û adetên bûne kultur jî radibin.

Belkî ji nuha û pê da êdî însan neçin lep û ruyên hev û hev dû maç nekin, ya jî ev adet pir kêm bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE