13 mars 2020

Şaira ji evîndarê xwe welatekî dixwaze

Yildiz Çakar


Jînda Zekîoglu di malpera Gazete Duvarê da bi şair û nivîskara hêja Yildiz Çakar xanimê ra hevpevîneke pir şahane kiriye. Min hevpeyvîn do bi şev xwend. Him pirs xweş in, him bersîv mikemel in. 

Xwezî yekî bi kurdî jî hevpeyvîneke wiha bi qalîte bi Yildiz Çakar xanimê ra kiribûya û xwendevanên tirkî nizanin jî ev şaira jiyana wê mişt derd, kul û êş ji nêz ve nas bikirana. 

Pêşniyara min ji Yildiz Çakar xanimê ra, dibê ya ew bi xwe, ya jî bi yekî din vê hevpeyvîna xweş bike kurdî. Kovareke kane bike kurmancî û biweşîne. 


Heger hevpeyvîn ne bi tirkî bûya mine parve bikira. Lê ji ber ku ez tiştên bi tirkî parve nakim, ez tenê qala wê dikim; kesên bi tirkî zanin û ji edebiyatê hez dikin û dixwazin Yildiz Çakarê û çîroka wê ya nivîskariyê hinekî ji nêz ve nas bikin, bira vê hevpeyvîna şahane bixwînin.

Ez Yildiz Çakar xanimê ev çend sal in nas dikim. Çend sal berê gava min ew nas kir, kêfa min jê ra hat û em hinekî jî hemşeriyên hev derketin. 

Dû ra li ser meseleyekê hin gotinên me neketin serê hev û têkiliya me demekê qut bû. Ez bawer dikim salek berê bû di twîtterê ra da dîsa em rastî hev hatin û me çend caran silav da hev û li hale hev pirsî. 

Heta nuha min tu romanên wê nexwendiye, lê hin şiîrên wê min çend sal berê xwendibûn û kêfa min jê ra hatibû. Lê ya rast min zêde taqîb nekiriye.

Ez ji Yildiz Çakarê hez dikim çimkî berhemên xwe ne bi tirkî, bi kurdî dinivîse. Lema jî ew li ber dilê min nivîskareka pir ezîz e. Ez pir qedir didim jinên bi kurdî dinivîsin hemûyan.

Hebûna jinan di siyasetê da û edebiyatê da ji bo pêşketina civakê pir muhîm e. Seba wê jî ez pir qedir û qîmetê didim jinên bi kurdî dinivîsin.

Yildiz Çakarê di hevpeyvînê da qala şiîreke xwe ya bi navê ger ji destê tebihata kiriye. Min ew şiîr meraqa kir û çû di malpera “lyrik line” da ew û hin şiîrên wê yên din xwend. Şiîreke pir xweş e, ji bindestiyê bêzar bûye, li dû welatekî serbixwe ye, ji evîndarê xwe welatekî azad û serbixwe dixwaze. Xelasiya ji bindestiyê xeyal dike...

Haya min ji vê malpera wê tunebû, gelek şiîrên xweş tê da hene. Evîndarê şiîrê carnan riya xwe bi vê malperên xin ewê poşman nebin.

Hin kesan gelek tiştên baş û hêja nivîsîne, lê haya meriv jê çê nabe. Nivîskar bi xwe carnan lînkên malperên xwe di medyaya sosyal da belav bikin baş dibe, bi vî hawî haya meriv nuh dibe. 

Ez bi xwe lînka bloga xwe “hindik-rindik” her roj belav dikim. Kî dixwîne, kî naxwîne bi kêfa xwe ye. Dibê Yildiz Çakar xanim jî carnan ji xwendevanên xwe ra bibe alîkar.

”Çi dixwazî
Her ku li xerîbiyê, 
li tunebûnê zivirîbû çav! vê carê 
di çiyayekî asê de nêrinek hişt. 
Beriya ku li min bizivire, 
Wê jinê; ji dilê xwe re got
‘ez qebûl im û ew çi be!’
Dil; kenî!
Got: ‘belê şikefta tarî!’
Jinê lê zivîrî û got: 
‘ez roj im’ ”

///Yildiz Çakar

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE