17 mars 2020

Lo gidî kurê xelkê !


-Ez nexwş im were ser min
Guçê lihêfê hilde bikeve ber min
Heger bav û birayên min biêjin ew kî ye?
Ezê bibêjim Loqmanê Hekîm e serek da min.


-Ez nexwş im ta digirim
Roj bi roj xerabtir im
Wexta çavê min li lawikê min dikeve
Ez dikanim elba Cizîra Bota hilgirim.

-Lo gidî, kurê xelkê
Şal û şapik çiqa li bejna te tê
Rabe bi çepilê min rebena xwedê bigre birevîne
Bavêje bext û tûrê Cemîlê Haco (1) Qubirbîtê(2).

1-Cemîlê Haco axayekî eşîra Hevêrka bû.
2-Qubirbît, berê jê ra digotin Tirba Sipî.

-Kuro dîno di ser me ra xaliq yek e
Di bin me ra hêlîna teyrê çengbelek e
Ez ya te me li darê dinyayê xwe şaş neke
Heger berê te bikeve xêyran û xurbetê
Min bike gustîleke zêr û zîvîn di tiliya xwe ke
Wexta keçikên şêxan û melan hatin,
ji tilîka xwe derêxe, henek û laqirdiyên xwe pê veke.

-Kuro dîno kurê mamê
Xencera te zîv e, şuxulê Şamê
Xwezîka bab û birakan ez bidamê
Bira rojê sê caran gawir bihata ser îslamê.

///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE