19 mars 2020

Ev cara pêşî ye li hemberî nexweşiyekê însan xwe hewqasî bêçare dibînin



Berê di rewşên normal da gava kirîzek çê dibû hukûmetan, serokên banqeyên merkezî ji bo ku çerxa aboriyê bigere zanîbûn ewê çi bikin, kîjan tedbîrên ekonimîk bigrin.

Lê vê carê wer xuya dike alet û hacetên di destê wan da yek jî pere nake.
 
Însan rastî nexweşiyeke wer hatine dermanê wê nizanin, ev yek ji bo dinyayê ceribandineke tu carî nehatiye dîtin.


Welat yek bi yek li pey hev sînorên xwe digrin û wek kûsî xwe dikşînin nava qalikê xwe. 

Li her welatî beşeke mezin ya tevgera aborî sekinîye. Balafir, keştî sekinîne, çûn û hatin hema hema ji bin da nemaye.

Aşxane, Pastexane, qahwexane, bar giş girtî ne. Otêl vik û vala ne.

Li gelek welatan dibistan, zanîngeh bi tevayî hatine girtin. Dibêjin bira xwendekar li malên xwe bixebitin.

Fabrîqe bi piranî sekinîne, çimkî malzeme tuneye.
Ji bona şerê dijminekî ne xuya îzolekirina însanan, rawestandina jiyanê ji bo demeke ne diyar tu carî nehatiye dîtin.

Tedbîreke wiha kane jiyana bi dehhezaran însanî xelas bike. Lê belê ji bo aboriya dinyayê jî felaketeke mezin e, refaha heta nuha hatiye avakirin kane ji ortê rabe.

Yanî ev dijminê ne diyar dinyayê mecbûrî tevgereke xerabkar dike.
Hukûmetên welatan sozên alîkariyên wer mezin din şîrketant û biranşên xizmetê aqilê meriv disekine. 

Çimkî heger dewlet alîkariyê nekin bi milyonan însan ewê bêkar û bêqezenc bimînin.
Heger hukûmet alîkariyê nekin ji bo milyonan felaketeke mezin e. 

Lê dîsa jî bersîva piyaseyê negatîf e, borsa ser serî diçe. Ekonîmîst dibêjin di tarîxa modern da tu carî di borsayê da daketineke hewqasî mezin nehatiye dîtin.

Problema esasî û sebebê vê rewşê kes nizane ev kirîz ewê çiqasî dom bike. Ev nediyarî û bêbaweriya bi pêşerojê însanan bêtir ditirsîne, dibe sebebê her kes xwe bikşîne qalikê xwe.

Hinek vê kirîzê wek Şerê Cîhanê yê Sisiyan bi nav dikin. Erê artêşên welatan nehatine hemberî hev, lê rewşa peyda bûye ji dema herbê jî xerabtir e. 

Ev şer, şerekî pir cihê ye, dijmin ne artêşa welatekî ye, vîrûseke, dijminekî   nexuya ye. Ji ber wê jî zora vî dijminê neberbiçav gelkî zor e, ewê wextê bigre û ji bo dinyayê bibe sebê zirareke pir mezin.

 Ev şer çawa biqede jî ji nuha û pê da dinya ewê ne dinya berê be, Vîrusa Koronayê ewê gelek tiştan serobinî hev bike, rojên pir giran li dû xwe bihêle.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE