22 mars 2020

Di van rojên tengezar da gelo meriv çi bike?



Di van rojên ne xweş, bînteng, mişt tirs û xof da ji ber ku meriv li mal e, wer di hundur da ye, bibê nebê bîna meriv teng dibe. 

Tiştê herî baş meriv ji xeber û nivîsên li ser Vîrusa Koronoya bêtir, tiştên din bixwîne, bala xwe bide ser tiştên din. Roman, çîrok, şiîr, bîranîn û tiştên wiha bixwîne. 

Lêhatine, hey meriv li mal e, dibê meriv ji vê fersendê baş sûdê bigire, zorê bide xwendinê.


Lê temiya min li we kitêbên bi tirkî nexwînin, bira bi kurdî be hûn kîjan kitêbê dixwînin hûn bi kêfa xwe ne. Şiîrên Arjen Arî tam yên rojên wiha ne. Ez bi xwe tim dixwînim û pêşniarî we jî dikim.

Xwendina Hesenê Metê jî di rojên wiha da xweş e, meriv nawestîne, meriv naxe sitresê, sakîn dike û dide fikirandin. Zimanê wî jî, mijarên wî jî xweş e.

Ya jî hûn kanin bloga Hindik-Rindik bixwînin. 

Di wê da jî gelek mijar û nivîsên cihê, rengrengî hene; çîrok, rexne, edebiyat, bîranîn, şiîr, hevpeyvîn, ger û seyran, pêkenîn û nivîsên li ser blogeriyê û zimnên hene, dilê we kîjan xwest wê bixwînin. 

Sozê didim we hûnê poşman nebin. Hûn bawer nakin carê biceribînin. Xwendin belaş e, qurişekî we jî lê naçe û hezar qatî ji xwendina nivîsên rojnameyên tirkî û tirkan baştir e.

Bi xwendina nivîsên kurmancî hûnê him hin tiştên nuh bibihîzin, fêr bibin û him jî zimanê xwe bi pêş xin. Îmkanên wiha her tim bi dest meriv nakeve, bi ya min dibê meriv van rojên bi qesawet, xembar bike rojên xwendinê û fêrbûnê.

XXX
Nivîskarê dixwaze ji tesîra zimanê tirkî xelas bibe û tiştê dinivîse bi kurdî be, dibê ji berhemên tirkî bêtir, kilasîkên kurdî, zargotina kurdî bixwîne, li kilam û dengbêjîn kurdî guhdarî bike.
Nivîskarê kurd çiqasî kilasîkên kurdî bixwîne, çiqasî li dengbêjan guharî bike, zimanê wî/wê ewê hewqasî kurdî be, ne kopyeya tirkî da be.


XXX
Xwedê kir ez nuha ne li Tirkiyê û li Kurdistanê me, li gorî medyaya tirk dinivîse, derketina ji mala xwe li kesên di ser 65î ra yasax kirine.
Min ji zû da ye qûş li 65a qetandiye.
Heger ez nuha li Tirkiyê ya jî li Kurdistanê bûma ezê di malika xwe da genî bibûma.
Xwedê kir ez nuha li Swêd im, ez û xanim her roj herî kêm du saetan digerin..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE