03 mars 2020

Amerîkayê jî ji daxwaza reîs ra gotiye NIÇ !



Amerîkayê gotiye malesef li Idlibê ewê neçin gazî û hawara Tirkiyê.

Tirkiyê li hemberî Rûsyayê û Sûriyê ji Amerîkayê alîkarî xwestibû.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper gotiye em li Idlibê destega hewayî nadin Tirkiyê.

Yanî tirk him ji dêrê bûn û him jî ji mizgeftê.


Nuha tiştê di destê reîs da maye dibê di 5ê mehê da xwe bavêje dexlê Pûtîn, efûya xwe jê bixwaze…

XXX
Heger serokên Yekîtiya Ewrûpayê ne tirsonek bin, biwêribin resta Erdogan bibînin, kanin di nava hefteyekê da wî teslîm bigrin.

Kartên di destê ewrûpiyan da ji yên Erdogan gelkî xurttir in, lê ewrûpî newêrin bixwînin.
Hevalbendî û piştgiriya Tirkiyê ya bi Daîşê ra sûcekî mezin e. Di destê NATOyê û ewrûpiyan da bi hezaran belge hene.
Kanin endametiya Tirkiyê ya NATOyê bicemidînin.
Kanin tirkên Ewrûpayê paş da bişînin.
Kanin ambargoyê deynin ser Tirkiyê.
Lê naxwazin xwe di bela tirkan bigerînin.
Lê ev yek wan xelas nake, heta ew wiha tirsonek bin Erdogan wan rehet nahêle.

XXX

Erdogan gotiye ewê seriyan bifirînin
Erdogan: ”Hîn em nuh hêza Tirkiyê nîşan didin. Heger dernekevin derî sînorên me tayin kiriye, piştî demekê serî ewê wan ve nemînin, emê hemûyan bifirînin...”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE