16 februari 2020

Were mala me bi dizîka


 Dûrikên/dîlokên kurdî

-Baran barî çilke çilke
Cahnîya boz bîne cilan lêke
Welatê xelkê ji min û te ra
Ne mînanê mal û milk e.

-Were mala me bi dizîka
Derî veke bi hêdîka
Heke xwesîya min go ev çi bû?
Bê pisîka cîranan bû
Hat û sêrik da çêlîka.

 -Wezê bi Dîyarbekirê ketim lo xeta bi şa
Wezê bi Erxenîyê ketim lo nav zebeşa
Wezê bibûma sêvek ji sêva Çebaxçûrê
Minê xwe bida ber serê van nexeşa.

-Min go ha di ber ra, ha di ser ra
Cotê kewê gozel têyo di ser me ra
Dilê min û te ketîye ser zar û zimana
Cara xêr tê da lo qet jî nema.

-Lo lo delal bejna mi keçikê zirav e lo te guneye
Lo lo delal çav û birûyê te reş e lo tek maneye
Lo lo delal tu rabe destê min bigre
Gundê Kirvan lo li min û te tovbe ye.

-Lo lo min go Kirvan bişewite, binê gir e
Vê sibê lê diçêre birrek mîyê boz – qerxaş e
Meriv cara xam berindîra nake ber beranê qert û pîr e.


De min go bira çîyako bişewite herî - berî
De min go bira lê biçêrîya cin û pêrî
Xwezîya dilê min û li wê çaxî
Delal li serbêrî, lo pez kir bêrî.

-Lo lo delal, min go Şerevdîn bişewite bilindê çîya
Lo lo delal, min go di binê da Qijîmêrge
Ser kanîya Xalid Begê mexelê mîya
Xwezila min li wî çaxî, li wî dewranî
Ez û bavê Çîya bi hev ra diçûn bêrîya mîya.

///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE