26 februari 2020

Lolo delal min go Qendîl bişewite bi kunkor e...


Dûrikên kurmancî

-Lo lo delal tu sû ketî ji bav û birê
Delal da ser rê û dirba vê Misirê
Min go xelkê vegerandîye bi qûrban û bi heyrana
Min vegerandîye bi zoyê memika, lo bi ramûsana.

Sû: xeyd, xeydîn. Jê sû bûn, ji me sû bûye.


-Min go ez ne tî me, ne jî birçî me
Ez li ser kanîya Bekir Begê lo rûniştî me
Ez nizanim çav û buriyê mina reşbelek dû ra
Lo lo lo mîro gidî eman ji kê ra dimîne.

-Lo lo delal tu şivanê pezê nêr î
Tu bernede Qereşdaxê vê çîyayî
Min go ser te da belekîya berfê ye
Bin te da gure gura bayê sayî.

-Wele min go Dêrsim e xweş Dersîm e
Ava Qijemêrgê di ser min û te ra zime-zime
Min go yeka bejn kinike, lo enî deq e
Ji nîvro şun de pez kir bêrî
Ez helandim, ez kuştime.


-Lo lo delal min go Qendîl bişewite bi kunkor e
Lê diçêre mehîna bozo, lo cahnîya tor e
Min go hetanî tu ji welatê xerîbîyê vegerîyayî
Ezê meqesê nedim bisk û porê sor e.



///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE