09 februari 2020

Gelek sipas ji bo wê mazûbaniya ji dil û şeva xweş


Do êvarî em çend heval mîvanên Mahmûd Lewendî û xanima wî Muzeyenê bûn. Me bi hev ra şeveke pir xweş derbas kir.

Wek her tim Muzeyen xanimê dîsa bi xwarin û mezeyên xwe, lê bi taybetî jî bi çîkê xwe sifreyeke muhteşem pêşkêşî me kir. 

Gelek sipas ji bo wê mîvanperwerî û mazûbaniya ji dil û can û wan xwarin û mezeyên xweş.


Ev jî çend rismên ji şevbêrka me.







Sabahattin Korkmaz Kek Zinar a we mêvandarî nîn e, serde girtin û "top avêtin" e): Hun bi ser mala kê de digrin "payîza paşîn" (alî çîya -bekira, xîya,badikya- wisa dibêjin. Ji ber ku di payîza paşîn de -ku dibe serê Çila- êdî tiştek di malan de namîn e) li wan tînin. Hevrebûna we jî, hevredîtina we jî ciyê kêfxweşîyê ye. Silav, saxî û başî ji bo we hemîyan.

Zinarê Xamo Wele te rast gotiye birayê min ê ezîz, em digrin ser mala kê, malê req û rût dikin.
Lê mazûbanên me bi hazirî bûn, em hewqasên din jî hebûna kanîbûn hemûyan nan û dan bikin.
Li vî welatî me hevalên DDKDê ji xwe ra kiriye adet, ji çendakî carê em li hev kom dibin, digirin ser malekê û çend saetan sebra xwe bi hev tînin. Hevdîtinên wiha bîna me fire dike, xerîbî zor e, kerasekî ji êgir e, dibê carnan bi minasebetên wiha meriv ji xwe deyne.

Jamal Kazemi Çima kur u keçê we yan jî nevîyê we kîve ne dest xweş

Zinarê Xamo Kur û keçên me 40-50 salî ne û her kes li mala xwe ye, êdî em nikanin wan bi xwe ra bigerînin.

Jamal Kazemi Zinarê Xamo Gelek sipas bibore!!!

Batmanlı Feyzi Zane Her bi dîtin û bi hevra buneke , mirvê baş û dil paqij re , di ser her tiştî re ya.
Hun tev her bijî û hun dinave xêr û xweşî yê de bijîn.

Yusuf Arslan Xwarina bi çêj We bigivire, noşîcan be. Civata We, di nav tifaq û tebayê da be, di nav sihetê da bimînin.

Şakir Epözdemir Dibêjin Brahim Paşayê Millî gava ku Axayeke Beriya Mêrdînê serî li ber radıkıra, xeber rê dikira digota "- Axa mafdare, bila riya mala xwe bide me emê bêne misafirîya wî." Axa jî hê bêhtir qurre dibuya, digota "bila Brahim Paşa serseran serçavan bê." Paşa bi sed suvaran va diçu mêvanîya Axa, yek heftîyek bi xwe û bi hespên xwe ji axara ne qut ne pût nedihişta, roja heftan xatir dixwesta, dora rojê Mela banga sibê diçe Mizgevtê, gundî cînar dibêjin "- Axa te xêre vê sibê di sewgurê da tû hatî mizgevtê?" Axa dibê: "- Welle ez ne yê mizgevtan bûm lê çi bikim, Xwedê Mala Brahim Paşa xira bike ku bû sebeb."

Zinarê Xamo Gelek sipas, nukteyeke xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE