16 februari 2020

Em bûne wek deve, her dera me xiloxwarî ye...



Bîstek berê min di KurdFMê da li muzîkê guhdarî kir. Min lînka wê bi bloga xwe ve girê daye, carnan lê guhdarî dikim û pê bîna xwe fire dikim. 

Guhdarîkirina muzîkê baş e, bedena meriv, hestên meriv sakîn û nerm dike. Westa meriv digre. Hewcedariya dil û hestan jî bi bîhnvedanê dilşadiyê heye.

Xanimek di kilama xwe da dibêje ” lê lê gûlê, lê lê gûlê…”


Navê gulê bûye ”GÛL”.

Çimkî ”U”ya kurdî bi tirkî ”Û” ye, lema jî xanim ji gula min ra dibêje ”gûla min, gûla min…”

Piştî wê, histranbêjekî rojavayî dest pê kir, wî jî digot, ”dilê min ji te hez dike…”

Qey bi erebî dibêjin ”dilê min ji te hez dike…”

Bi kurmancî meriv nabêje ”dilê min ji te hez dike”, meriv ya dibêje ez ji  te hez dikim, ya dilê min ketiye, te, ya ez dildarê te me, wayant pir in, lê ”dilê min ji te hez dike” nabe…

Min dev ji guhdarîkirinê berda.

Ji bo histiranbêjiyê dengekî xweş têrê nake, dibê meriv kurdî jî bizanibe. Hunermendên wiha dilê meriv ji muzîkê sar dikin.

Ji deve ra gotine çima hustuyê te xwar e? Deve gotiye:" ma ku dera min rast e ku hustuyê min jî rast be...
Em kurd jî bûne deve, her tiştê me xiloxwarî û şaşo maşo ye...

XXX
Tiştê ez dibînim zulm û çavsorîya tirkan, kurd kirine kêr û gûzan, ji îro û pê da tu îdeolojî, tu dîn, tu serok û tu siyasetmedar nikane tirkan dîsa li ber dilê kurdan şîrîn bike.
Dilê şikiyayî hew dicebire, kî çi bike jî dilê kurdan hew li tirkan sipî dibe.
Kurdan kêra xwe di bêrîka tirkan da dîtin.
Tirk, çi qasî ji kurdan hez nakin û nefret dikin, kurd jî êdî sed qastî ji wan nefret dikin.
Berê ev kîn û nefret yek alî bû, nuha weznek çê bûye, kurdan jî êdî neyarên xwe baş nas kirine.

XXX
-Bûdeleyek, yekî xêvok jî kane pera qezenc bike, lê belê ji bo xerckirina wî aqil lazim e.
///Supergeon
-Pere wek zibil e, heta belav nebe bi kêrî tu karî nayê.
///FRANCIS BACON
Min ev herdu aforîzim ji bo kesên xwedî pere wegerand kurmancî. Xwedîpereno, jê dersê bigrin û perê xwe bixwein û ji bo tiştên baş, ji bo azadiya gelê xwe bi kar bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE