21 februari 2020

Diyarbekir bişewite lo dor beden e


Dûrikên kurmancî.

-Min go delal tu sekinî li hewşa tew li pêşîn
Min go tu yê fîstan sorê, pêşmal hêşîn
Gava bejna zirav li ber çavê min dikeve
Tîrik davê serê min, dev û diranê min tev diêşin.


-Min go delal suwar tê lo boz di bi bin da
Min go te potîna Helebê mor di ling da
Gava tu ser şênî da xwar dibe
Meriv dizane keleş gewra dilê te lo di nav şênî da.

-Lo lo delal min li fêzê, te li fêzê
Delal pezê bavê min û te jî kete rêzê
Lawiko min go çaxa tu ji welatê xerîbîye were
Tu yê çawa min bavê ber himêzê.

-Wezê çûme Mûşê lo Mûş ne yar e
Navê cahnîya lawikê min teyar e
Wezê porê serê xwe jê re bêkim dox-hevsar e
Wezê xizêma pozê xwe jê ra bikim xûl bizmar e.

-Wele min go delal dilo, lo dil hewandin
Stêrkan rû ezmanan qol gerandin
Mala neçarîyê neşewite
Destê min û delalê min ji hev qetandin.

-Dîyarbekir bişewite lo dor bedene
Delal min go kevirê dorê qaldirmene
Were delal tu yê qapaxa dilê min veke
Wele giştik mereqê lo min û te ne.

-Min go ber derê mala bavê te dengize
Min go delal ketî tê da lo qilawize
Wele min go min li te temî kirîye
Tu diçî welatê xerîbîyê
Yekî ji te ra bibêje delala dilê te kêfsize.

-Lo lo min go were were, wer dotmamê
De min go bê sozê, bê wijdanê
Agir bi mala neçarîyê nekeve
Em xistin çilê zivistanê.

-Eman eman lo Kirvan bişewite du mehleyî
Wele min go mehla jêrîn mehla sêyrangeyî
Ji gava bavê Çîya jê derketîye
Ji min re weka aşê xirabeyî.

///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE