07 februari 2020

Çîroka gustîla wenda bû


Min nedixwest belav bikim lê pitepita wê ev sê roj in serê min gêj kir, lema jî ez bibêjim.

Xanima min pêr gustîla xwe ya pir jê hez dikir wenda kir. Pêr bi şev pê hesiya.

Bi roj em çûbûn bajêr, em li çend ciyan geriyan. Nizane li ku xistiye û çawa ji tiliya wê da ketiye.

Ji pêr êvarî da ye pir li ber dikeve. Dibêje min pir ji gustîlka xwe hez dikir, yeka wer xweşik ez hew dibînim...


Sî(30)sal berê li Wêranşarê kirîbû, 22 eyar bû, qaşa wê moriyek sor a xweşik bû.

Ez dibêjim xanim, tişt nabe, emê yeka din, yeka ji wê xweşiktir ji te ra bikirin.

Dibêje ma ezê yeka wek gustîla xwe li ku bibînim; qey ez kor bûm, ji tiliya min da ket û min nedît…

Ev pilepila wê ewê çend rojên din jî dom bike, her cara were bîrê, ewê tim binitirîne û tim bibêje ax gustîla min, wax gustîla min. Heta yekê ji xwe ra dikire….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE