24 januari 2020

Rojeke xweş bi şair û dostekî hêja ra

Xelîl Duhokî û Zinarê Xamo
2020-01-24 Stockholm


Îro min û kekê Xelîl Duhokê li Stockholma xopan bi hev ra qaheweyek tahl vexwar û bîstekê sohbet kir, ji hev ra qala derd û kulên dilên xwe kir.

Kekê Xelîl, ji min ra du berhemên xwe jî, ”Dê Roj Hilê” û hemû dîwanên Refîq Sabir ”Şewçira” îmze kirin. Bi van herdu diyariyên hêja  ez gelkî kêfxweş bûm, mala wî ava be.


Ev demeke şansê min serî hildaye, kitêbxaneya min hema hema her hefte bi çend berhemên nuh zengîn dibe.

Şewçira, antolojiyeke 13 dîwanên Refîq Sabir e. Bi gotoineke din hemû şiîrên şair di vê berhemê da hatine topkirin.



Kekê Xelîl bi kedeke mezin û bi pêşgotineke hêja bi sedan şiîr ji tîpên soranî-erebî transcribeyî kurmancî-latînî kiriye.

Ji bo xwendevanên kurmanc kanibin Refîq Sabir û şiîrên wî nas bikin Şewçira berhemeke bêemsal e. Refîq Sabir yek ji şairên başûrê Kurdistanê yê herî bi nav û deng e û ji sala 1989a û vir da ye li Swêd li bajarê Uppsalayê dijî.


Kitêb 607 rûpel e, ji alî weşanxaneya Lîsê ve di adara 2019a da ve hatiye weşandin.

Dê Roj Hilê, çîrok e, 15 çîrok tê da hene û ew jî ji alî Weşanxaneya Lîsê ve di sala 2014a da hatiye weşandin.

Xelîl Duhokî, şair û nivîskarekî berhemdar e, heta nuha li dora 30 berhemên hêja diyarî gelê xwe û xwendevanên kurd kirine.
Gelek sipas ji bo van herdu berhemên hêja.
  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE