14 januari 2020

Rexne û kultura rexnekirinê



Rexne (kirîtîk)ne şîîr e, nesir e, prosa ye, nivîsa dûz e, dibê meriv berhemê, fikran, tiştan, bûyeran analîz bike, bêjing bike, ji hev derxe.
Ji ber wê ye jî rexne li Rojava,  di civatên tradîsyona wan a xwendin û nivîsandinê heye bi pêş ket, xurt bû. Li Rojhilat jî şiîr. Lema jî şairên me pir in, lê rexnegirekî me yê profesyonel tuneye.

Ji bo ku rexne bi pêş keve,  çi edebî, çi siyasî, dibê di nava civatê da xwendin û nivîsandin belav bûbe, civat xwedî tradîsyona xwendinê û rexnekirinê be. 


Li ba me kurdan rexne bi nîsbeta Rojava pir kêm û zeîf e, em kêm dixwînin. Gava meriv nexweîne rexne jî çê nabe.

Sebebên wê yên siyasî, dînî, kulturî, tarîxî heye. Ji ber em bindest in dijmin nehîştiye em xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe fêr bibin. Xwendin di nav civatê da kêm be kultura rexnegiriyê jî bi pêş nakeve. Çimkî xwendin fikir dixuliqîne û fikir jî rexneyê.

Gava demokarsî, azadî hebe, însan ji rexnekirina dewletê, şexsan, hêzan, partiyan netirse û fikrê xwe, bîr û baweriya xwe dibêje, rexne dike.

Lê gava rexne serê însanan têxe belayê, bibe sebebê êrîşên siyasî, şexsî, wê demê rexne bi pêş nakeve, însan newêrin rindikî bîr û baweriyên xwe bibêjin û tiştên ne pê ra, tiştên şaş dibînin rexne bikin.

XXX
Gelşên me yên îro bi aqilê 30-40 sal berê çareser nabin, dibê em xwe biguherînin, fikrên xwe nuh bikin.

Çawa hin alet û edawatên 30-40 sal berê êdî bi kêrî tiştekî nayên, bûne malên antîk û muzeyê, hin fikir û siyasetên berê jî êdî kevn bûne, dibê meriv dev ji wan berde, fikrên xwe update bike.




Li dijî asîmîlasyonê tiştê herî rast kesên kurdî nizanin dibê nebin nûner, serok û siyasetmedarên kurdan.

Licneya Tora Çand û Zimanê Kurdî piştî civîna xwe du rojan li ser xebat û biryarên giritine, di civîneke çapemeniyê da agahî da bîr û raya giştî.

Ev demeke hin nivîskar, ronakbîr û partiyên kurd li dijî asîmîlasyonê

hin gavan davêjin, hin kar û xebatan organîze dikin. Hewildana wan baş e û bi derengî be jî tiştên pir baş dikin.

Bi baweriya min li dijî asîmîlasyonê tiştê herî rast, kesên bi kurdî nizanin dibê di warê siyasî da nebin nûner, berpirsiyar û serokên kurdan.

Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdî bizanibe, yê bi kurdî nizanibe dibê kurd nekin nûnerê xwe.
Her kes qebûl dike siyaseta bi tirkî zirarê dide kurdan, ji asîmîlasyonê ra xizmetê dike.

Wê demê kesên kurdî nizanin gerek bi xwe nebin nûnerên kurdan, çimkî bi tirkîya xwe ne karê, zirarê didin gelê û tevgera kurd ya netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE