22 januari 2020

Navê gulê çi be jî bîna wê xweş e



Îro jî ji gotinên xweş çend numûne.

-Mazî çira jîna we ye. Di tarîyê da rê nîşanî we dide, pêşiya we ronî dike.
-Muzîk xwişka dansê ye.
-Ji marê qobre ra tu bibêjî mar jî, tu bibêjî Mîrê hêja jî mar e, wê dîsa bi te vede.
-Kesên nizanibin minaqaşê bikin, nizanibin bi hev ra bipeyivin li hev dixin.

-Dijminatiya xizmê meriv û eziyeta dostan ji jahra mar jî hîn tahltir e.
Hz. Elî
-Mezîyet bi tenê namîne, tim ji xwe ra cîranan dibîne.
-Li pişt her mêrekî meşhûr jineke meşhûr heye.
-Pere çawa pera dikşîne, serketin û muwafeqîyet jî muwafaqîyetê dikşîne.
Chamfort
-Heger we qerar da însanekî medenî bikin, ji dapîra wî dest pê bikin.
Vîktor Hugo
-Mezinahiya miletekî ne bi pirbûna nufûsa wî ye, bi jimara merivên biaqil û fazîlet diyar dibe.
Vîctor Hugo
-Di her malbatê da melaîket jî hene, îblîs jî.
-Mezinahî û biçûkayiya merivekî ji nefsbiçûkiya wî fahm dibe.
-Tirs û ezab ne tê da, her his kane di muzîkê da teseliyê bibîne.
George Elîot
-Muzîk zimanê însên yê cîhanî ye.
-Merivê nezan ji tiştê jê fahm nake ra sujde dibe.
-Navê gulê ne gul bûya, çi bûya jî dîsa jî ewê bîna xweş jê bihata.
-Navê tu li zarokê xwe dikî bira bavê te fedîkar neke.
-Gava pere bipeyive rastî sikût dike.
-Pere her derî vedike lê belê nikane her derî bigre.
-Berî ku ji dest here qîmeta du tiştan bizanibe: yek sihet, dudu xortanî.
-Qelem, ji bo parastina şerefa welatê we û ji bo refaha miletê we, di destê we da şûr in.
Telemann
-Roj heye sale xwedî dike, sal heye mehê xwedî dike.
-Rojname neynika dinyayê ne.
-Guh nedin rexnegiran, heta nuha heykelê yekî jî dananîne.
Sîbellus
-Li dinyayê tu rê bi qasî riya di nabêna dil û mejî da ne dirêj e.
Selma Lagerlof
-Gava hûn li rojê binêrin hûn nikanin siyê bibînin.
-sir êsîrê te ye, heger tu wî berdî tu yê bibî êsîrê wî.
-Gava sebir û nezaket bi yek bin qewet peyda dibe.
Sebir tahl e, lê fêkiyekî wê yê şîrîn heye.
Sadî
-Xort dixwazin sadiq bin nikanin, mezin dixwazin ne sadiq bin lê ji dest wan nayê.
Oscar Wilde



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE