10 januari 2020

Li ser folklorê kovareke hêja



Weqfa Mezopotamyayê li Diyarbekrê kovareke folklorê ya bi navê "Folklora me" derdixe. Heta nuha 4 jimar derketine. Li ser folklorê kovareke hêja ye.

Weqfa Mezopotmyayê û kesên "Folklorame" derdixin pîroz dikim.

Karekî pir muhîm û hêja dikin.

Folklor, zargotin gava neyê topkirin, gava derbasî ser kaxetê nebe wenda dibe, bi însanan ra dihere gorrê.

Lema jî ji bo topkirina tiştên folklorîk kovarên wiha xebatên pir hêja ne, gelek berhemên folklorîk yên pir xweş ji wendabûn û mirinê xelas dikin. 


Ji bo ku kovar kanibe jiyana xwe bidomîne dibê meriv jê ra binivîse, bibe abone û bixwîne. Meriv kanibe jiyana kovarên wiha dirêj bike baş e. Qada folklorê pir fireh e, ji şiklê jiyanê, urf û adetan, lîstikên gelêrî bigre, heta bi siyasetê û sosyolojiyê her tiştî digre nav xwe.

Ji kovara "Folklorame" ra jiyaneke dirêj dixwazim.

XXX
Çehov yek ji nivîskarê dinyayê yê çîrokê yê mezin tê qebûlkirin. Li ser wîjdan gotineke wî ya xweş heye, gotiye, ”meriv nikane ji wîjdanê xwe tiştekî veşêre.”

Wîjdan/ûjdan xisletekî însanî yê baş e. Meriv li gorî wîjdanê xwe hereket dike. Merivê bi wîjdan xwedî merhamet e û yê bêûjdan jî zalim, xedar û bêmerhamet e. Bi wîjdanbûn xisletekî baş e.

XXX
Terbiye û mistewa siyasetmedarekî dema di heqê mixalifê xwe da, di heqê dijminê xwe da dipeyive diyar dibe.
Bala xwe bidin axftinên serok û siyasetmedarên tirk ên li ser micadele û liberxwedana kurdan ya netewî, hûnê bibînin ku merivên çiqasî sivik û bêmistewa ne, çiqasî bêexlaq in...

XXX
Hin kurd dixwazin kurdên başûr dev ji elîfbeya erebî berdin û derbasî elîfbeya latînî bibin. Ev minaqaşeyeke pir kevn e, xwezî tiştekî wiha bibûya. Lê heta kurd bi Îraqê ra bin ev yek nabe.

Ji bo kurdan yekîtiya elfabeyê helbet pir muhîm e, kurdên her çar perçeyên Kurdistanê nêzî hev dike, dike yek milet. Heger kurdên bakur bikanîbûna tiştên kurdên başûr û rojhilat dinivîsin bixwînin, nuha bêtir nasyonalîst bûn, bêtir bi kurdî zanîbûn û baştir xwe nas dikirin.

Ji xwe ji bo ku kurdên her çar perçan nêzî hev nebin, tesîrê li hev nekin, tirkan nehîştin kurdên Sovyetê û yên başûr bi elîfbeya latînî binivîsin. Tirkan li Îraqê elîfbeya latînî dan guhertin. Li Sovyetê jî eynî tişt kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE