24 januari 2020

Hin êş jînê li meriv dikin zindan


Hin êş sivik in, zû derbas dibin, rehet tên ji bîr kirin. Lê hin êş jî nayên kişandin, nayên ji bîr kirin, li ser milê meriv dibin wek tayê aşan, ruh ji meriv distînin.

Hin êş birînên dilê meriv dikewînin, hin êş jî jana wan giran e, umrê meriv kin dikin, meriv diguherînin, jînê li meriv dikin zindan.


Hin êş ne ya meriv be, ya hevalê meriv be jî meriv wek êşa xwe pê diêşe, di dilê xwe da his dike…

XXX
Wek nivîsîna şiîrê, xwendina wê jî sineteke, jê ra zanîn û qabîlîyeteke taybetî lazim e.

Çawa ku her kes nikane şiîra baş, şiîra bi rastî şiîr e binivîse, her kes nikane şiîrê xweşik jî bixwîne. Dixwaze bira ew ke şairekî pir baş be. Her şairê baş nikane şiîrê xweş bixwîne.

Wek her nivîskarê baş ne xatibekî baş e, her şairê baş jî nikane şiîra xwe xweş bixwîne.

Erê her kesê xwendin û nivîsîna wî hebe kane şiîrê bixwîne, lê xwendina xweş tiştekî din e, ew jî sineteke, dibê meriv hostê wê be.

XXX
Tirs mîna şewbê ye, ji mezinan derbasî zarokan dibe, di zarokan digere.
B. Russel
-Tirs derewan dixuliqîne.
Dostoyevskî
-Heger tu bizanibî tiştek bi heq e û lê tu dîsa jî alî wî nekî tu tirsonekî.
Konfuçyus
Xwezî nezan û tirsonekên me hindik, zana û wêrekên me pir bûna.

XXX
Meriv çiqasî biaqil be jî ji meriv ra aqil lazim e, dibê meriv tim û daîm zorê bide aqilê xwe, tu carî bi aqilê xwe yê heye neyê serî. Li dinyayê merivên biaqil pir in.
Ji bo wê jî meriv çiqasî biaqil be jî şaşiyan dike, yên hinekan şaşiyên mezin in, yên hinekan biçûk in.

XXX
Aqilmendekî meleyên Îranê bi navê Hassan Abbasî gotiye, ”Dibê em emerîkiyan bigrin û ji Amerîkayê fîdyê bixwazin. Bi vê riyê emê kanibin gelşên xwe yên aborî çareser bikin.”
Dewleta çete aqilmendê wê jî çete ye. Kultur û felsefeya wan rêbirî û xûgîgirtin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE