16 januari 2020

Em îşev çûn konsereke muhteşem


Min  xanimê îşev li salona Berwardhallen li konsereke pir xweş temaşe kir. Ji zû da bû me kêfeke wiha nekiribû. Em nuha hatin mal.    

Salona muzîkê Berwardhallen par di 30ê mijdara 2019a da (30/11-2019) ket 40 saliya xwe; ji wê çaxê da ye 40 saliya xwe bi konserên pir taybet pîroz dike. Pîrozbahiyên 40 saliyê heta dawiya salê ewê dom bike.

Ji zû da ye min digot rojekê emê li wir herin konserekê, lê heta nuha wer nebû qismet, nîhayet em îro çûn.
 
Orkestra Semfoniya Radyoya Swêdê zîyafeteke muzîkê ya gelkî xweş pêşkêşî me kir. 

Orkstra tiştekî ecêb e, meriv dibe heyranê ahenga muzîkjenên wê.  

Li dora 100 kesî bi hev ra, li gelek aletên cuda dixistin, bêyî ku yek şaşiyekê bike, muzîkeke bêemsal bi me dan guhdarîkirin. Ji xwe îhtîşama orkestrayê jî di vê ahangê daye, kes şaşiyê nake...

Şeveke xweş bû, salon hema, hema tije bû. Lê hemû jî kal û pîrên wek me bûn, xort pir hindik bûn. Çimkî muzîk ne pop û rap bû, muzîka klasîk bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE