16 januari 2020

Duaya zû qebûl bû



Tunebûnê, xizaniyê êdî dabû hestiyê yê elewî, destên xwe berbî hewa ve vegirt û dua kir, got:

-Ya Rebî ev hejarî û feqîrî hew tê kişandin, ya baştir ew e tu ruhhê min bigrî û min ji vê jiyana şerpeze, ji vê dinya sefîl xelas bikî.


Tam di wê esnayê da xurînî bi dîwarê li ber sekinî bû ket û dîwar hedimî. Bi xurrînê ra ji ber dîwêr baz da, bi zor ruhê xwe xelas kir. 
Dîsa destên xwe berbî hewa vegirt û îcar hinekî bi hêrs û bi gazin got:

-Ev çel sal in ez ji te ra dua dikim, li ber te digerim, dibêjim halê min hinekî xweş bike, te guh neda min, lê min çer mirin xwest, te tavilê Ezraîlê xwe şand. Ecela te çi ye ?

XXX
Xêrata rahmetî
Jinikê mêrê xwe yê demek berê miribû di xewna xwe da dît; rabû çû ba şêx, xewna xwe jê ra got.
Şêx bi sakînî li jinikê guhdarî kir û jê ra got:

-Wer xuya ye te xêrata rahmetî nedaye. Zû xêrata rahmetî bide bira di gorra xwe da rehet bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE