05 december 2019

Însan û şexsîyet



Kî xwedî şexsîyeteke çawa ye her tim xuya nake. Şexsîyeta (qerekterê)însên di hin rewş û şertan da baştir xwe dide der, kî çi ye, çi mal e, baştir xuya dibe.

Meqam, serwet, şertên giran, talûke şexsîyeta însên ya rastîn baştir derdixe meydanê, xweştir îfşa dike.

Ji bo însanekî tiştê herî muhîm şexsîyeteke saxlem e, merivê xwedî şexsîyeteke saxlem tu carî nabe teqlebaz, geh rast, geh çep lê naxe, rojê nabe hevalê yekî, her roj li zurna yekî naxe.
 

Merivên bêşexsîyet rojê dikevin kerasekî, rojê dibin hevalê hinekan.  Û her car jî xwe pir fahş dikin û bi erdê ra kasş dikin, xwe dikin qird.

-Tiştê merivê bi rûmet bi ser da dihezhezik e şexsîyet e, ji bo merivê besît jî meqam û mewqî ye.
Confuçîûs

-Sermîyanê herî mezin yê însanekî, ne serweteke mezin e, şexsîyeteke mikemel e.
Edward Young

-Şexsîyet(qerekter) hêzeke û xwediyê tesîreke muhîm e, dost û sermiyan bi meriv dide qezenckirin; hîmayetê û hevkariyê organîze dike, riya dihere serwetê, şerefê û bextewariyê bi rehetî ji meriv ra vedike.

-Aqil dişibe şûrekî herdu devên tûj. Şexsîyet doxa wî ye. Dox tunebe qîmeta wî nabe.
U. Bodenstedt

-Gava şexsîyeteke xurt bi fikreke xweş ra bibe yek, harîqe derdikevin meydanê
Wolfgang Van Goethe

-Heger şexsîyet bi pera bihata firotin, minê wek dîyarî ji hinekan ra bikiriya.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE