14 december 2019

Hevalbendiya dijmin meriv pir bêxîret dike


Yaho vî Erdoganî hewqas zulm li kurdan kir, hewqas kurd dan kuştin, Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kirin, bi milyonan kurd bi çol û çepelan xistin, bi devkî jî mêrik her roj heqaretên nemayî li kurdan dike.

Ji min ra bû derd, dîsa jî ji nava AKPê yek kurdekî bi xîret derneket, li hemberî vê zulma li gelê wî/wê dibe ranebû û ji AKPê îstîfa nekir.

Hema yekî tenê ev zulm qebûl nekira, hema yekî tenê bigota êdî bes e !


Bi milyonan kurdên hevalên Erdogan û AKPê hene, ji nav wan yek merivê xîret tê hilê û vê zulm û teroro vê hukûnetê protesto bike dernekt.

A ev ji min ra bûye derd...

Hema yekî tenî îstîfa bikira...

Meriv çawa kane hewqasî bêxîret bibe aqilê min nagire...

XXX
Namûs cewhereke xuya nake, gelek caran kesên ne xwediyê wê ne wek ku xwediyê wê bin xuya dikin.
///Shakespeare

Lê bênamûs çiqasî bi hostayî bênamûsiya xwe veşêrin û xwe wek merivên bi namûs nîşan bidin jî xelk bênamûsan nas dike.
Li vê dinyayê bênamûsiya herî mezin hevalbendiya hêzên dagirker e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE