17 december 2019

Felsefeya jiyanê


Ji roja însan li ruyê dinyayê xuliqîye û vir da ye li ser jiyanê tim fikirîye, tim serê xwe bi jiyanê ra, bi dinyayê ra êşandiye û jiyan bi gelek hawî tarif kiriye. 

Însên tim xwestiye bizanibe çi bike ewê jiyana wan baştir bibe û ji bo vê zanînê jî bênabên xebitîne.

Her fîlozofekî li gorî xwe li ser jiyanê û felsefeya jiyanê hin tişt gotine. Ji van dîtinan çend numûne.


Sê tişt jiyanê gava diçin hew tên:
”Wext, gotin û fersend.
Di jiyanê da sê tiştên dibê tu carî neyên wendakirin:
”Aştî, hêvî û diristî.
Di jiyanê da sê tişt pir hêja.
”Hezkirin, baweriya bi xwe û heval.
Di jiyanê da sê tiştên dibê meriv qet jê ne ewle, ne êmin be:
”Xeyal, serketin û zengînî.
Di jiyanê da sê tiştên meriv bi pêş dixe:
”Xebata pir, dilpakî û biserketin.
Di jiyanê da sê tiştên meriv mehû dike:
”Newêrekî, xurûr û hêrs.”
Û bêyî van sê tiştên din yên dibê însan qet wenda nekin jî  însanîyet, merhamet û şerf e.
Însanê ji îndaniyetê dûr keve û şerefa xwe wenda bike, şerefa xwe bi malê dinê û bi kursî û meqam bide, ew nejî çêtir e.


Jiyan wek kitêbekê ye, dixwînim, naxaînim naqede. Di hin rûpelên wê da çend rêzên xweş hene, kêfa min jê ra tê, bi zewq dixwînim.

Lê gava digihîjim rûpeleke din, îcar tiştên pir ne xweş dest pê dikin. Û ev beş jî pir dirêj e, dawî lê nayê...

Welhasilî kelam rast e jiyan kitêbeke pir ecêb e, gelek tiştên xweş û nexweş tê da hene û meriv ji mecbûrî dixwîne.

Lê ji sansê me yê xerab ra kitêba para me kurdan ketiye, kitêbeke pir xerab e, kitêba derd û kula ye, beşê heta nuha min xwendiye dil li min reş kiriye…
Dawî ewê çawa biqede ez nizanim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE