22 december 2019

Belgeyeke tarîxî û navekî balkêş !


Kekê Osman Aydin li ser peymana di nabêna Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîm û kurdan da îmze bûye belgeyeke muhîm belav kiriye. Navê belgeyê ”Lîwayên Kurdistanê” ye û sal jî 1520 e.

Li gorî vê peymanê 5 mîrîtiyên otonom(Sancax-Hukûmet) û 28 lîwayên(nahiye, herêma ji qezayê biçûktir) kurdan hatine qebûlkirin.
 
Navên mîrên, serokên 28 lîwayan(nehiyan) jî hene. Di nav 28 navan da navê yê Swêregê bala min kişand.


Navên, leqebên hemûyan, bê yê Swêregê bi kurdî ne, wek ”bey/beg” e, lê yê Swêregê ” Mîr Muzafferoğlu” ye, yanî bi tirkî ye.

Vê yekê bala min kişand. Kurd ji xwe ra nabêjin "oglu", yanî lawê... 

”Muzafferoglu” bi tirkî ye. 
Ev jî tê wê manê 1520î da mîrê Swêregê  ”Mîr Muzafferoğlu” tirk bûye.

Yanî wê demê jî li Swêregê tirk hebûne û ”Mîrê” wê jî ne kurd, yekî tirk bûye.

Ez ji vî navî vê netîceyê derdixim.

Geleo ez şaş im?

Dîtina kekê Osman û ya hevalên swêregî li ser navê ”Muzafferoglu” çi ye?

Gelo li Swêregê ji vê malbatê, yanî bi navê ”Muzafferoglu” malbat hene ya na?

 Lîsteya kekê Osman Aydin belav kiriye wiha ye:
Çemişkezek ( Hüseyin Bey)
Hazro (Mehmed Bey)
Atak (Ahmed Bey)
Palu (Cemşid Bey)
Süleymaniyan (Şeyh Veled-i Süleyman)
Birecik (Durali Bey-Oruçlu)
Egil (Kasım Bey)
Çermik (Şah Ali Bey)
Elisioikeyfa (Melik Halil Bey)
Cere (Kaya Bey)
Çabakçur (Sultan Ahmed Bey)
Fasul (Hacı Bey)
Hilvan (Şab Bey)
Bidlis (Şeref Bey)
Sason (Mehmed Bey)
Cezire (Mir Bedreddin)
Hizan (Davud Bey)
Siverek (Mir Muzafferoğlu)
Berdenç (Şab Ali Bey)
Hitan (Heysem) (Bekir Bey Bohti)
Zırki (Mehmed Bey)
Musul (Seydi Ahmet Bey Bohti)
Çüngüş (Halil Bey)
Puşadi (Saruhan Bey)
Baçuk -Bancuk (Sultan Ahmed Bey)
Sincar (Feyzi Bey)
Genç (İsfahan Bey)
Aşiret ve Ulus (Yadigâr Bey)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE