15 november 2019

Tirkiye bûye welatê întîxaran



Tirkiye êdî ne ji bo kurdan tenê, ji bo tirkan jî bûye zindan û dojeh. 

Li gorî zaniyariyên Dahîreya Îstatîstîkê ya Tirkiyê, li Tirkiyê teqrîben rojê 8 kes xwe dikuje.
 
Di 2017a da 3168, di 2018a da 3161 kesî întîxar kiriye.

Di 17 salên dawî da 50 hezar 378 kesan xwe kuştine.


Pênc milyon însan di bin depresyona pir giran da ne. Milyonek însan întîxarêdifikire.

Berê di nava kurdan da întîxar (xwekuştin) hema hema tunebû, îstîsnabû. 

Lê nuha her roj xeberên întîxarên malbatî belav dibin. Êdî însan bi malbatî întîxar dikin.

Çimkî vê rejîma îslamî-faşîst, pantirkîst hêvî û mecala jiyanê bi însanan ra nehîştiye. 

Azadî nemaye, însan nikanin bîna xwe bigrin. 

Di medyaya sosyal da kes newêre rismekî, xeberekê, nivîsekî biecibîne. Yê diecibîne tê dikeve bin taqîbatê û girtin.

Ji derdê bêkariyê, xizaniyê, deyndariyê û zulm û terora dewletê însan xelasiyê di revê û di mirinê da dibînin. Yên nikanin birevin çareyê di întîxarê da dibînin.

Heta ev rejîma îslamî-faşîst, pantirkîst û antî kurd li ser hukim be, heta kurd negihîjin azadiya xwe, rewşa Tirkiyê û halê tirkan kêmzêde ewê tim ev halê rezîl be. 

Welatê azadî, demokarasî, wekhevî lê tunebe cehnimeya li ruyê erdê ye.

Her welatê îslamî lê hatine ser hukim rewş wiha ye. Tirkiye jî yek ji van welatan e. Lê ewê li vir nesekine, ewê gelkî xerabtir bibe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE