11 oktober 2019

Gerek em sebebê vê êrîşa Tirkiyê yê asil bi dinyayê bidin fêmkirin



Tirk ji hemû kurdan ra dibêjin ya hûnê bindestiya ebedî qebûl bikin, heta hûn diqedin, dibin faris, ereb û tirk, ya jî emê wiha pê li serê we kin û we koçber bikin.

Sebebê Tirkiye ji PKKê, PYDê û YPGê ra dibêje terorîst  ev e.

Sebebê êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana rojava ev e.

Tirkiye dibêje gerek hûn li Sûriyê ji bindestiyê dernekevin.

Heger hûn bibin xwedî otonomî, ev kane sibe bibe Kurdistaneke serbixwe, bingeha wê çê dibe.
 

Û dema hûn li beşekî bibin xwedî îmkan û xwedî dewlet, hûnê piştgiriyê bidin kurdên me, hûnê ji wan ra bibin pişt.  

Ev yek îro  nebe, 50 salên din, sed salên din kane bibe.

Ji bo ku ev bingeh û ev pişt ji bo kurdên me çê nebe, dibê hûn jî li Sûriyê nebin xwedî mafekî herî biçûk jî. Li Îraqê jî em nahêlin kurd bibin xwedî dewlet.

Gava hûn vî şertê me qebûl nekin, emê bi darê zorê we ji gund û bajarên we, ji malên we derxin û bi çolan xin. 

Çimkî em tirk hebûna we ya li Efrînê, li Kobanê, li Girê Sipî, li Serê Kaniyê, li Amûdê, li Qamîşlo, li Dêrika Hemko, bi kurtî li vê coxrafya hûn li ser dijîn ji bo xwe tahlûke dibînin. 

Li vê coxrafyayê hebûna we kurdan, me tirkan nerehet dike. Gava em tirk navê Kurdistanê, navê kurdan dibihîzin, psîkolojiya me xera dibe, huzûra me namîne, em dîn dibin..

Ji bo ku em tirk rehet û bextewar bijîn, ji bo ku em dîn nebin, dibê hûn kurd ya li vê coxrafyayê nemînin, ya jî bindestiya ebedî qebûl bikin.

Sebebê asil yê şerê me û tirkan ev e, tirk ev sed sal in viya ji me ra dibêjin û ji bo ku me ev şertê wan qebûl nekiriye, şerê me û wan berdewam e.

Hedîse ev e. 

Sebebê êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana rojava ev e.
Sebebê hevalbendiya Tirkiyê bi Daîşê û bi hêzên îslamî ra ev e. Ji bo ku di şer da ji leşkerên xwe zayatên zêde nede, Daîşê li hemberî me bi kar tîne.

Sebebê Tirkiye ji PKKê û YDY û YPGê ra ribêje terorîst ev e.

Dibê him em vê rastiyê fêm bikin û him jî bi dinyayê bidin fêmkirin. Dibê em tim vê yekê ji medyaya cîhanê ra bibêjin.

Qala tiştên din kirin meselê şêlû dike. Mesele pir basît e, tirk ji me çi dixwazin, ji bo çi şerê me dikin, dibê em wê ji xelkê ra bibêjin.

Dibê hemû dinya bizanibe, fêm bike Tirkiye ji bo çi hewqasî neyarê kurda ye, ji bo çi li her derê êrîşî kurdan dike, were îzahkirin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE