29 september 2019

Şilope



Dema Elî Riza Septîoglu wezîr bû, meteorolojî girêdayî wezareta wî bû. Keçika meteorolog di rapora hewayê da got sibe ewê berf û barana tevlihev bibare. 
Septîoglu piştî nûçeyan ban keçika meteorolog kir, jê ra got:

-Keça min, ev berf û barana tevlihev çi ye? Bibêje sibe şilope ye, bira xelk û alem, her kes fêm bike.


Nexweş û tuxtor
Di rojên dawî da pir xulqteng bûbû, zû hêrs dibû. Çû ser tuxtor, ji tuxtor ra got:
-Tuxtor beg, ez xwe di bin sitreseke mezin da hîs dikim. Gava ez bi însanan ra dipeyivim ji nişka ve hêrs dibim, xwe wenda dikim, çi li der û dora min hebe tarûmar dikim. Ez ketime bextê te tuxtor beg, ji min ra çareyekê bibîne, min ji vî halî xelas bike.
Tuxtor got:
-Tişt nabe emê hel bikin. Tu kanî ji min ra qala problema xwe bikî?
-Ê hey bêmeju, ma ji vêsê da ye ez ji te ra qala çi dikim? Tiro, de ka ji min ra bibêje ez qala çi dikim?

Dema tu mezin bû tu yê bibî çi?
Mamoste di sinifê da ji zarokan dipirsî, digot gava hûn mezin bûn, hûnê bibin çi? Dora pirsê hat ser Binefşê. Mamoste got:
-Binefş, dema tu mezin bû, tu dixwazî bibî çi?
Binefşê got:
-Ez dixwazim bibim manken mamoste.
Mamoste hinekî bi tinaz got:
-Bi vê bejn û bala xwe tu yê çawa bibî manken. Ji bo mankeniyê dibê meriv pak û bedew be.
Binefşê got:
-Ê wê demê jî ezê wek te bibim mamoste…

Bîna kestanan
Li Diyarbekrê du dildar û delalên hev destên wan di hev da li kuçe û kolanan piyase dikirin. Gava di ber xortê kestanefiroş(şahbelotfiroş) ra derbas bûn, bîn û boxa kestaneyên germ defiya, dilê keçikê bijiya kestanan, bi henûnî ji delalê xwe ra got:
-Canê min, bîneke çiqasî xweş ji kestaneyan tê, ne wisa?
Xort got:
-Tu dixwazî em vegerin û careke din jî di ber ra derbas bin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE