24 september 2019

Kurd miletekî kêmaqil û xayinên wî pir in


Navê biraziyê Savcî Sayan tenê ne Seddam e, gelek dîndarên din jî wê demê navê zarokên xwe kirine Seddam. Vê sosireta giran ez nuh fêr bûm.

Li gorî wan kurdên dîndar, tan musilman, Seddamê qatilê bi hezaran kurdî, Seddamê qatilê Helebçeyê û Enfala kurdan qehremanekî li dijî ”kafiran” bûye û lema jî navê wî li zarokên xwe kirine.

Dîndarên ereb, tirk û faris kesên herî nasyonalîst in, lê dîndarên me heyranên dagirker û celadê xwe ne, ji qatilekî wek Seddam hez kirine û navê wî dane zarokên xwe.


Dînê îslamê bi qasî zirar daye kurdan, nedaye tu miletekî din. Î
slamîyetê bi milyonan kurd ji qewmîyeta wan dûr xistine û kirine hevalên dagirker û neyarên wan. Ev hevalbendî îro jî berdewam e.

Kesên do navê Seddam li zarokên xwe kirin, gelo nuha çi dibêjin û bi kîjan partiyê ra ne?

Bi îhtîmaleke mezin eynî meriv nuha jî heyranên hin celadên in…

XXX
Egemen Bagiş bûye konsulê Tirkiyê yê Çekyayê. Ji beyana wî xuya dike şelafekî profesyonel e.
Gelo ev şelafê profesyonel kurd e ya ereb e?
Mêrik di zeytkirinê û şelafiyê da baş luht bûye.
Ji xwe Erdogan jî lema ev wezîfe da wî.

XXX
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson, serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, li ser êrîşa Îranê ser kargehên petrola Erebîstana Suûdî li New Yorkê bi hev ra beyanek dane Serokên hersê welatan di beyana xwe ya mişterek ya li ser êrîşa Îranê gotine :

” Îran berpirsê êrîşa ser Siûdî ye, di vî warî da tu şika wan nîne. Nabe Îran ji vê yekê zêdetir nigê xwe dirêj bike.”

Wer xuya dike dawiya meleyên Îranê nêz dibe, îhtîmal heye di rojên pêş da lêxin. Ev beyan îşareta wê û piştgiriya Amerîkayê ye.

Rojhilata Navîn û Nêz germ dibe, her tim kane hin surprîzên mezin çê bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE