17 september 2019

Ji zargotina Wêranşarê -5-


Lê lê keçê dînê min ji te ra negot ziyareta me kurdan gorra Mem û Zînê
Xebera te ye devê min heye,
zarê min nîne
Lê dibê tu baş bizanibî heta ez sax bim,
bi Xwedê tu carî dilê min ji te zeriyê namîne.


XXX
Canîyê da nav avê,
hespê da nav avê
Xwedê li me heram kir nanê bavê
hûy, hûy xerîbiyê,
hûy xerîbiyê
çemê Bişêriyê,
delal halê min zeriyê
Caniyê da birrekê,
hespê da kêlekê
Xwedê li me heram kir nanê kekê
hûy hûy xerîbiyê,
hûy hûy xerîbiyê
Çemê Bişîriyê,
delal halê min zeriyê
Xerîb ez û te ne,
serdarê kurmizîni,
kes nizane em ji kun i
hûy hûy xerîbiyê,
hûy hûy xerîbiyê
Çemê Bişêriyê

XXX
-Erê lê Sultanê,
were lê Sultanê
Sultan penêre ter i,
di bin tasa girover i
Sultan penêrê hişk i,
di bin tasa xişxişki
erê lê Sultanê,
were lê Sultanê
pismaman li ser fişkefişki,
kes tune pozê wan paqij ki



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE