10 september 2019

Gelşeke rastnivîsê


Di twîttê da kurdekî bi profîla ”Dkurmanc” pirsiye, gotiye:
-Stran an sitran
-Stêrk an sitêrk
-Spas an sipas
Kîjan rast e?
Piraniya kurdan "stran, stêrk, spas" dinivîsin û heta nuha min jî wer nivîsîye û hîn jî wer dinivîsim.
Lê bi baweriya min şaş e.

Min fikrê xwe yê li ser vê mijarê çend caran ji hin hevalên zimanzan ra got lê pere nekir. 


Bi baweriya min di kurmancî da, hin gotinên biyanî ne tê da, ew kanin îstîsna bin, du herfên, lê hela sê herfên dengdar(konsonant) nayên ba hev. Kurdî meriv çawa dipeyive wer dinivîse, yanî new ek îngilîzî û swêdî çend herfên konsonant tên ba hev. 

Navê pîrika min a rahmetî Sitê bû. Sitê, meriv nikane wek "Stê" binivîse. Heger binivîse şaş e.

Sitêrk jî û sipas jî wisa ye, ya jî gerek wisa be.
Lê hevalên zimanzan qebûl nakin.

Ez dibêjim "stran, stêrk û spas" dibê wiha werin nivîsîn:

-Sitran, sitêrk, sipas, Sitî, Sitê.
Lê zimanzanên me gerek li hev bikin.

Koma kurmancî di vî warî da çi dibêje, çi gotiye nuha baş nayê bîra min.

Lê tiştê ez zanim "spas, stêrk" pêşniyara wan e. Belkî di vî warî da gelek numûneyên din jî hebin.

Hevalên zimanzan fikrên xwe bibêjin ewê baş be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE