29 september 2019

Dibê meriv ji guherînê netirse


Guherîn tiştekî zerûrî û baş e. Dibê meriv ji guherînê netirse, ne li dijî guherînê be.

Ez bi xwe ne merivekî konservatîf im, dixwazim xwe biguherim.

Bi guherîna xwe ra meriv tesîrê li der û dora xwe jî dike.


Hemû guherînan wiha dest pê kirine, berê yekî xwe guhertiye û hinekên din dane dû.

Ji bo vê yekê medyaya sosyal pilatformeke baş e.

Heger di tûrikê meriv da tiştekî meriv bibêje hebe, dibê meriv qet texsîr neke, bibêje.

Ez ne xort im, çend mehên din ezê bibim 70 salî, lê tu carî guh nadim salên xwe, tim wek xortekî li van deran piyase dikim û tişt miştnan, baş xerab dibêjim.

Li mala xwe rûnim, têkevim înzîwayê, tiştekî nenivîsim ewê çi têkeve kîsê min?

Qet !

Karê baş jî û yê xerab jî heger berdewamî hebe berhemê dide.

Karê ez li vir dikim jî pir hindik fêdeyekê digihîne kurdan û zimanê kurdî. Îro kes viya nebîne, nebêje jî, sibe ewê were dîtin.

XXX
Bala min lê ye kurd îsal ji Fûara Kitêban ya Diyarbekrê pir razî xuya dikin. Kêfa nivîskaran û xwediyên weşanxaneyan li cî ye, hemû rûliken xuya dikin.

Nûdem Hezex gotiye, ”Destê me qerimîn hengî me îro pirtûk imze kirin…”

Çi baş e, çima hûn nabêjin, Xwedê îsal daye nivîskar û weşanxaneyan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE