01 augusti 2019

Tirkiye û Îran bi hev ra koçberan kom dikin û dişînin Ewrûpayê




Îran û Tirkiye bi milyonan koçberan dişînin Ewrûpayê ji bo ku ji Ewrûpayê ra gelşan peyda bikin. 

Şandina bi milyonan koçber li hemberî Ewrûpayê şerekî Daîşê, îslamîstan, Tirkiyê û Îranê yê bi dizî ye. 

Îslamîst, Tirkiye û Îran bi vê riyê dixwazin li Ewrûpayê kaosê peyda bikin. 


Tiştên bi zor, bi şer nikanin bikin, dixwazin bi vê riyê bi dest xin, li Ewrûpayê dûzana civakî û siyasî xera bikin û şerekî hundur derxin.

Û li aliyê din jî ji bo demografiya Kurdistanê biguherin wan li Kurdistanê bi cî dikin. Heta nuha bi milyonan ereb, ozbek, qirgiz, afgan li Kurdistanê li herêmên stratejîk belav kirine. Yanî hatine hewqas koçber bi plan û program e, dewlet li pişt vê koçê ye.

Parlamenterê IPê yê Stenbolê Prof. Omit Ozdagê faşîst do bi şev di kanala telewîzyona Haberturkê da got hukûmet li pişt hatina koçberan e, dewlet rê dide hatina koçberên bi kîtlewî û li pişt viya hesabekî siyasî heye. 


Heger hukûmet nexwaze ne mimkûn e bi milyonan însan bi qaçaxî werin Tirkiyê.

Li gorî Ozdag, li Tirkiyê nuha herî kêm 7 milyon koçber hene. Ji van 5 milyonên wan erebên Sûriyê û Îraqê ne û du milyon jî afganî, pakîstanî, îranî, bengalî, afrîqî û yên din in. 

Ji 2 milyon koçberên ne ereb 500 hezar afgan in.

Dîsa li gorî Ozdag, bêyî 7 milyon koçberên li Tirkiyê, 2, 5 milyon koçberên afganî, pakîstanê, bengalî û yên din jî li ser sînorên Îranê kom bûne û Îran qefle bi qefle wan dişîne Tikriyê. Û Tirkiye jî hêdî hêdî wan rê dike Ewrûpayê.


Tiştek pir vekirîye, Tirkiye û Îran bi hev ra tîcareta koçberan dikin. Bi vê riyê him pera qezenc dikin û him jî li hemberî Ewrûpayê şerekî bi dizî didin meşandin. 

Heger Îran û Tirkiye wek dewlet ne di nava vî îşî da bin ne mimkûn e bi milyonan afganî, bengalî, pakîstanî, sirîlankî, îranî, tacîk, ozbek û afrîqî werin Tirkiyê. 

Tirkiye û Îran destûrê nedin, ew bi xwe organîze nekin, ne mimkûn e hewqas însan ji sînorên wan derbas bibin.
Kara Tirkiye di hatina koçberan da heye lema dihêle bi milyonan însan bi qaçaxî werin Tirkiyê. Tirkiye li gorî jimara koçberan ji Neteweyên Yekbûyî û ji Yekîtiya Ewrûpayê pera digre û dû ra jî ewê qismekî wan bişînin Ewrûpayê. 


Lê qismekî jî ewê li Kurdistanê bi cî dikin, ji bo ku demografiya Kurdistanê biguherin.

Yê bi xwaze kane di kanala Haberturkê da li programa Dîdem Arslan Yilmazê temaşe bike. 

Di programê da Galîp Ensarîogluyê xayinê qewmê xwe û Prof. Umît Ozdagê faşîst mesela koçberan minaqaşe dikin.

Galîp Ensarîoglu di programê da dagirkerina Efrînê li hemberî terorîstan wek serketineke dewletê ya mezin dibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE