15 augusti 2019

Neûzû-Bîlah



Rojekê Tîmur Lenk ji Xoce Nesredîn ra gotiye:

-Xoce, her xelîfeyekî Ebbasî navek, leqebek li xwe kiriye, yekî navê xwe kiriye el Mutazım-Bîllah, yekî navê xwekiriye mutevekkîl-Ellah. Heger ez di dema wan da hukimdar bûma, gelo ewê çi nav li min kirina?
Xoce gotiye:

-Ewê ji te ra jî bigotana Neûzû-Bîlah.


Diya min çê dike
Li hewşa dibistanê sê zarokên biçûk li ser zarok çawa tên dinê dipeyivîn. Arjen got:
-Zarokên me tim legleg ji me ra tînin, datînin hewşî û diherin.
Binefşê got:
-Zarokên me jî diya min wan di nava bexêçê gulan da dibîne.
Cankurd got:
-Wele yê me ne kes ji me ra tîne û ne jî em wan li derekê dibînin, gişan diya min bi xwe çê dike.

Ticaret
Xoce Nesredîn ji bazarê barê êzingan bi 10 diravî dikirî bi 9a difirot. Nas û dostên wî matmayî man, jê ra gotin:
-Xoce malava ev çi îş e, ma tîcaret cara bi vî hawî dibe? Meriv bi 10 nakire û bi 9a nafroşe!
Xoce got:
-Tişt nabe, tu çawa kar dikî ne muhim e, ya muhim însan bibînin tu karekî dikî.

Îmtihan
Mamoste di sinifê da ji xwendekarên xwe pirsî:
-Xwedê dixwaze em hemû herin bihuştê(cinetê)lê dîsa jî me dişîne dojehê/cehnimê. Bi ya we ji bo çi wiha dike?
-Ferzende destê xwe bilind kir û got:
-Mamoste, tu dixwazî em hemû 5a bigrin, lê ji bo çi tu dîsa jî me îmtîhan dikî? Ez jî fêm nakim.

Durû
Mamostê dibistana destpêkê ji şagirdên (xwendekarên, telebeyên) xwe pirsî:
-Zarokno, ka ji min ra bibêjin, ji kê ra durû tê gotin, meriv ji kê ra dibêje durû?
-Nesrînê destê xwe bilind kir, got:
-Ji şagirdê bi rûkenî tê dibistanê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE