20 augusti 2019

Li Tirkiyê hîmê faşîzmê hêzên îslamî ne


Li Tirkiyê û Kurdistanê tu wextê dîktatorî, zorbatî, zulm, bêhuqûqî û faşîzim bi qasî vê rejîma îslamiyan hewqasî barîz nebûye.

Ruh û îdeolojiya îslamiyên tirk ya rastîn faşîzm e, bi îktîdara AKPê ra ev yek baş derket ortê. 


Li Tirkiyê hêza herî irqçî û faşîst di esasê xwe da hêzên îslamî ne, ew ji MHPê faşîsttir in. Dîndarî, îslamîyet filan û bîvan hemû maske ye, îdeolojiya îslamiyên tirk pan-tirkîstî û faşîzim e...

Rejîma îslamîstên tirk ne ji bo kurdan tenê, ji bo hemû cîranên Tirkiyê û heta ji bo Ewrûpayê jî tahlûkeyeke pir mezin e. 

Heta li Tirkiyê Erdogan li ser hukim be ne kurd, ne cîranên Tirkiyê û ne jî Ewrûpa ewê tu carî rehet nekin. 

Merivek tenê kane bibe sebebê felekatên pir mezin. Tarîxa Ewrûpa ya nêzik şahidê vê yekê ye.

XXX
Li hemberî tayinkirina qeyûman ser sê belediyeyên Kurdistanê bêdengî, xwemelisandin ya jî rexne û protestoyên bi beyan û belavokan têrê nake, dibê PKK, HDP siyaseta xwe ya Tirkiyê û Kurdistanê ji kok da biguhere.

1-Dibê HDP ji meclîsê vekişe û xwe wek partiyeke Kurd, Kurdistanî îlan bike, yanî dev ji partiya Tirkiyê û teoriya "demokratîk cumhûrîyetê" filan û bîvanê bede.

Bi vê siyaseta partiya Tirkiyê û bi rêberiya çepên tirk kurd tu havilê nakin û hukûmet jî bêtir cesaretê digre.

Lema jî êrîşên wiha dibê HDPê bêtir bike kurd û Kurdistanî û ji tirkan qut bike.

2-Dibê PKK û HDP ji bo kurdan dewletê bixwazin, daxwaz û slogana "bijî Kurdistan" bilind bikin.

3-Dibê HDP bixebite bi hemû partiyên kurd ra were ba hev û cepheyeke netewî ava bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE