05 augusti 2019

Li ser du gotinên şaş


Bi kurmancî meriv tu carî nabêje ”li xweşiya min tê, xweşiya min tê, ya jî li xweşiya min çû”, heger bibêje çewt e.

Lê hin kurd dibêjin. Û ev gotin di nava kurdan da wek nexweşiyeke têger, nexweşiyeke di meriv digere roj bi roj belav dibe.

Yekî di twîtteka xwe da gotiye  efendim ”qurebûna wan xweşiya min tê”!


Ev peyv bi vî hawî nayê gotin, gotina bi vî hawî ne bi kurdî ye. 

Gava kêfa meriv ji tiştekî ra were meriv tu carî nabêje ”xweşiya min tê ya jî li xweşa min tê”

Dema meriv tiştekî biecibîne, kêfa meriv ji tiştekî ra were meriv dibêje:

-Bi min xweş hat, bi min xweş tê, kêfa min jê rat ê, bi dilê min e, bi kêfa min e.

Lê bi kurmancî meriv tu carî nabêje ”qurebûna wan xweşiya min tê” ya jî peyva filan kesî li ”xweşiya min çû”!

Meriv kane bibêje ”qurebûna wan bi min xweş tê, qurebûna wan bi dilê min e, qurebûna wan kêfa min tîne…”

Yanî meriv kane gotineke wiha bi gelek hawî bibêje, lê belê ”xweşiya min tê” nabe, ne bi kurmancî ye.


Gotineke din jî şaş tê gotin. Hinek dibêjin "çima zora we pê diçe? Li zora min çû."


Ev tercumeya gotina tirkî "niye zorunuza gidiyor? Û zoruma gidiyor."


Ev cumleyeke bi kurmancî ye, tercume û kopiya tirkî ye. Bi kurmancî meriv dibêje:


-Çima bi we zor tê?
-Çima bi we tahde, nexweş tê?
-Bi min zor tê, bi min zor hat.
-Bi min giran hat, bi min tahda hat.
Yanî meriv kane bi gelek hawê din jî bibêje, lê "li zora min çû" şaş e, ne li gorî sentaksa kurmancî ye, tirkî ye. 

Berê jî min çend caran li ser vê gotinê û li ser gotina ”jiyan dikim” nivîsî ye. Lê şaşî carê ketiye devê însanan hew rast dibe. 

Gotina ”jiyan dikim” jî pir şaş e, bi kurmancî meriv nabêje ”ez li filan derê jiyan dikim, ez li bajêr jiyan dikim, ez li gund jiyan dikim…”

Bi kurmancî meriv dibêje ”ez li bajêr dijîm, ez li gund dijîm. Ez li Swêd li Stockholmê dijîm. Jiyana li xerîbiyê zor e.

Carnan hinek jî dibêjin ”jiyankirina li çiyê zor e”!

Ev jî gotineke çewt e, meriv bi kurmancî wiha nabêje.

Bi kurmancîmeriv dibêje:

-Jiyana li çiyê zor e. Jiyana li bajaran êdî nayê kişandin. Jiyana li welêt, li ser erd û ava xwe, di nava qewmê xwe da xweştir e, ji jiyana mişextiyê û mahciriyê sed qatî baştir e…
 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE