29 augusti 2019

Kî bi çi zimanî binivîse ji wî zimanî ra xizmetê dike


Kurdê bi tirkî bistirê stranbêjê tirkî ye û ji muzîka tirkî ra xizmetê dike û kes jî nabêje ne wisa ye, vê yekê rexne dikin, dixwazin ew bi kurdî bistirê. 

Kes nabêje kurdên li tirkî guhdarî dikin hene, lema dibê bi tirkî bistirê.
Lê gava bi tirkî dinivîn, dibêjin kurdên bi tirkî dixwînin hene, em ji bo wan bi tirkî dinivîsin. 

Heger mesle zanîna tirkî ye wê demê dibê meriv stranbêjiya bi tirkî jî rexne neke. 

Bi ya min kî bi tirkî çi karê edebî, kulturî bike xizmetê ji tirkan ra dike û gava bi kurdî jî bike xizmetê ji kurdan ra dike. 


Yilmaz Odabşîyê şair xizmetê ji edebiyata tirkî ra dike û Arjen Arî jî ji edebiyata kurdî ra dike. Çimkî yek şairekî tirk e, yek jî şairekî kurd e.

Nabîyê rihayî jî kurd e, lê ji bo ku bi tirkî nivîsîye şairekî tirkan yê bi nav û deng e.

Lê belê Melayê Cizîrî şairekî kurd e, çimkî bi kurdî nivîsî ye. Eslê wî çi be jî şairekî kurd e.

Yaşar Kemal kurd e lê belê nivîskarekî tirk e û dinya jî wî wer qebûl dike.


Bi kurtî kî bi çi zimanî binivîse, bistirê ji wî zimanî ra xizmetê dike. Sebeb çi be jî vê netîceyê naguhere.

XXX
Ji ber ku meriv li derên cihê ye, ji ber ku meriv ç di hin meselan da wek hev nafikire, ji ber ku meriv ji eynî partî û siyasetmedaran, serokan hez nake ne şert e meriv dijminatiye hev bike.

Însan ne robot e, lema jî di her warî da, di her tiştî da û li ser her meselê wek hev nafikire, ev jî normal e. Dibê meriv belasebeb xwe ji merivê baş nexeyidîne.
Bînfirehî, tolerans mezîyeteke baş e, meriv jê zirarê nabîne...

XXX
Carnan gotineke pir rast tê bîra min û dixwazim bibêjim û dest pê dikim dinivîsim jî.
Kesê nikanibe bibêje ev peyv çewt e.
Lê dû ra bala xwe didimê ev gotina rast ewê gelekan biêşîne. Lema gotina xwe paş da digrim, tiştê min nivîsîye xera dikim.
Nuha jî min eynî tişt kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE