24 augusti 2019

Êdî ne heweceye meriv zêde dirê bike


Êdî kurdê herî saf, herî nezan, herî kêmaqil jî zanine tu pareke me di Tirkiyê da tuneye. 

Tirkiye tenê ya tirka ye û tirk jî li pê tunekirina me ne, dixwazin koka ma biqelînin, ji bo ku Kurdistan tu carî çê nebe...

AKP, MHP, CHP, VP, Iyi Partî qet ferq nake, hemû jî xwediyê vê armancê ne; me bikin tirk.


Li gel vê jî kurdê hîn jî hevaltiya dewleta tirkan dike ew bûye sîxurê Tirkiyê û ew jî êdî neyar e.

-Dewlet dişibe keştiyê, gel jî dişibe avê. Ya keştiyê hildigire av e, lê belê ya keştiyê werdigerîne jî av e.

XXX
Ezê pir kin bibêjim. Ne hewceyî gotinên zêde û teroriyên kûr in. Tirkan welatê me dagir kirine û dixwazin me hêdê, hêdî bihelînin û bikin tirk. Ev yek hedefa AKPê, MHP, CHPê û hemû partiyyên tirk e.

Heger em kanibin dibê em welatê xwe rizagar bikin û azad bibin.

XXX
Hemû dîndar û îslamîyên filistînî, ereb li dijî Îsraîl in û serxwebûna filistîniyan dixwazin.
Hemû îslamiyên çeçen li dijî Rûsyayê ne û serxwebûna Çeçenîstanê dixwazin.

Yek îslamî û alimekî dînî yê filistînî û erebê hevalê Îsraîl be tuneye. Hemû hêzên îslamî yên filistînî û ereb li dijî Îsraîl in.

Lê piraniyeke mezin a dîndar û îslamîyên me kurdan dilxwaz û hevalên dewleta tirk in. 

Yê me kurdan kî pir dîndar û bawermend be, bêtir dibe merivê dewletê û zilamê Erdogan.

Yanî dîndarî û îslamîyetê xelk kiriye nasyonlîst, yên me kirine hevalbendên dagirkeran.

Heger ne piştgiriya dîndar û îslamiyên kurd be AKP li Kurdistanê ewê têkeve rewşa CHPê.

Lê hêzên îslamî dev ji zilamtiya neyarên qewmê xwe bernadin, dewlet her ku zulma xwe ya li ser kurdan zêde dike, ew bêtir dibin zilamên dewletê.

XXX
Erdogan roja sêşemiyê diçe ba Pûtîn. Diyar e rica bi telefonan netîce neda.

Ev ziyareta ji nişka ve ne elameta xêrê ye, li Îdlibê rewşa çeteyan pir xerab e. Serokê mezin dike here xwe bavêje dexlê Pûtîn, ji bo ku çeteyên kafkasî nekujin. 

Gelo Pûtînê rica "birayê" xwe qebûl bike?

Zor xuya dike.

Serokê tirkan dibêje belkî ewê kanibe her kesî bixapîne. Lê dawiya xapandinê het. Êdî derewa ji Pûtîn ra bike nema...

XXX
-Bi kesên zanin hezkirin çi ye êşê nedin kişandin. Dû ra şiîrekê dinivîsin em hemû êşê dikşînin.

Ji bo wê ye Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Arjen Arî, Abdulah Peşewê me heye.

Êşê em kurd kirine miletekî şair, em êş û jana dilê xwe bi şiîrê didin der.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE