30 juli 2019

Kurdên binxetê zû hewisîn zimanê tirkî


Maşela kurdên Kurdistana rojava zû hewisîn tirkî. Zarokên, lê bi taybetî jî keçikên kurdên Kurdistana Sûriyê (rojava) wek zarokên tirkên stenbolî bi hev ra bi tirkî dipeyivin.

Di warê asîmîlasyonê da gelek caran ez ji kurdên bakur gazinan dikim, wan rexne dikim, dibêjim kurdên Kurdistana bakur zû asîmîle dibin û zû teslîmî zimanê tirkî dibin...


Lê piştî min ji devê çend hevalan serpêhatiyên wan yên li ser kurdên Kurdistana rojava û zarokên wan bihîst, min dît ku kurdên bakur bi qasî kurdên Kurdistana rojava ne heyranê tirkî ne, yên me dîsa baş li ber xwe dane, wek kurdên rojava hewqasî zû nehwisîne tirkî û Tirkiyê.

Yanî rahma Xwedê li gorra kefendiz...

Kurdên rojava û bi taybetî jî zarokên wan dema ji Tirkyê transît derbasî Ewrûpayê bûne bi rê da tirkiya stenbolî fêr bûne. Zimanê wan êdî bûye tirkî, naxwazin bi kesî ra bêyî tirkî bi zimanekî din bipeyivin.

Li gorî ji min ra hat gotin, gava bi hev ra bi tirkî dipeyivin tu dibêjî belkî ji heftê û heft bavan da tirk in.

Wê rojê hevalekî minê mamoste ji min ra qal kir, çend xwendevanên wî yên keç yên ji Kurdistana rojava jê ra gotine: 

-Mamoste tu bi tirkî zanî?

Wî jî gotiye erê, ez zanim.

Li ser vê jê ra gotine:

-Wê demê em dixwazin bi te ra bi tirkî bipeyivin.

Mamoste gelkî qeherî ye û gotiye careke din ez naxwazim tiştekî wiha ji we bibihîzim.

Li ser vê reaksiyona mamoste, gazin kirine, gotine çima tu aciz dibî, tirkî zimanekî xweş e, em jê hez dikin û lema jî pê dipeyivin.

Hemû jî keçik bûne.

 Mamoste ji wan pirsî ye, gotiye:

- Hûn tirkî çawa û li ku fêr bûn?

Wan jî gotiye, dema em hatin Swêd em demakê li Tirkiyê man û tirkî fêr bûn. 

Yanî di rêwîtiyê da fêr bûne.

Hevalê min ê mamoste got, bi rastî tirkî pir baş fêr bûbûn û him jî tirkiya stenbolî. Got ez bi xwe jî bi hewqa tirkî nizanim.

Wê rojê Seydo Seydo jî gotibû wî dîtiye li Fransayê hin malbatên kurdên Kurdistana rojava bi tirkî dipeyivin.

Bi erebî axaftina wan meriv fêm dike, lê belê axaftina wan a bi tirkî sosireteke mezin e, heyraniya tirkan û tirkîye.

Di nava kurdên Kurdistana başûr da jî heyraniya tirkî heye, ew jî ji erebî û farisî bêtir, ji tirkî hez dikin û dixwazin bi tirkî fêr bibin û bipeyivin. Lê bi qasî ez dibînim û dibihêzim di heyraniya tirkî da kurdên Kurdistana rojava serî dikşînin, bi rê da, ji  fîmên tirkî fêrî tirkî dibin. Yanî hewqasî evîndarên tirkî ne û bi taybetî jî keç û jin.

Bi kurdên Kurdistana bakur ra heyraniya erebî û farisî tuneye. Lê bi birayên me yên rojava û başûr ra heyraniya tirkî pir mezin e.

Ez nizanim rewş kurdên Kurdistana rojhilat çawa ye, gelo ew jî wek kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê heyranê tirkî ne?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE